Serrûpel Magazîn Keça ji Dirbêsiyê Lîloz li Almanya li ser asta dibistana xwe yekemîn...

Keça ji Dirbêsiyê Lîloz li Almanya li ser asta dibistana xwe yekemîn derket

Belav bike

Lîloz Omer, keçeke 17 salî ye, Kurde û ji Tirbesipî ye, ev 3 salin tevî malbata xwe li Almanya dijî, lê li ser asta dibistana xwe li Almanya, di zimamê almanî de yekemîn derket û bû mijara medyayê.

Li bajarokê Baunatal li nêzîkî Fulda, li dibistana Theodor-Heuss-Schule Lîloz yekemîn derket û vê serketftina wê bala her kesî kişand ku dikaribû di nava 3 salan de di zimanê almanî de bibe yekemîn.

Lîloz dibêje ku destpêkê zimanê almanî bala wê nekişand, lê piştre dikaribû li ser asta dibistana xwe baştirîn derkeve.

Keça Kurd Lîloz dixwaze li zanko beşê aborî bixwîne.