Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku hêzên wan ji aliyê bakurê Dêrazorê derbasî nav bajarê Sînaîî bûne.
Di daxuyaniyeke nivîskî de, fermandariya HSDê ragihand, ku şervanên Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê di roja diwem ya operasyonê de derbasî nav yekem cadeyên bajarê Sînaîî li bakurê Dêrazorê bûne, û niha li wê deverê şer di navbera şervanan û çekdarên DAIŞê de derketiye.
Fermdanriya HSDê ragihand, ku DAIŞ herî zêde otombêlên bombekirî û xwekujan bikar tîne, daku rê li ber pêşveçûna Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê bigire.
Fermandariya HSD, YPG dike.
Kurd ji vê biryarê ne razî ne, dibêjin ew naxwazin zarokên wan biçin li Dêrezorê şehîd bikevin.