Serrûpel Nûçe Serkirdeyê YNK Şêx Cefer: Bafil Talabanî xayîne û xiyanet li gelê Kurd...

Serkirdeyê YNK Şêx Cefer: Bafil Talabanî xayîne û xiyanet li gelê Kurd kir

Belav bike

Serkirdeyê YNK û fermandarê Yekîneya Pêşmergeyan ya 70 ya YNK Şêx Cefer Şêx Mistefa di hevpeyvîneke xwe ji bo rojnameyeke erebî li ser teslîmkirina Kerkûkê ji bo terorîstên Heşda Şebî got, Bafil Talabanî xayîne û wî emrê teslîmkirina Kerkûkê û deverên din yên başûrê Kurdistanê da.

Şêx Cefer ji bo rojnameya Rai El Yeyom ya erebî got, Bafil Talabanî (Kurê mezin yê Celal Talabanî) ku niha ew Silêmanî îdare dike got, wî xiyaneta mezin bi gelê Kurd kir û beşekê mezin ji Kurdistanê beramberî berjewendiyên biçûk teslîmî Heşda Şebî kir.

Cefer got, ewê dîsa herêmên Kurdistanê ku ketine destê Heşda Şebî vegerînin.