Rojnameger û nivîskar Günay Aslan di derbarê rûdanên li Rojhilata Navîn, Herêma Kurdistanê û Rojava, rûdanên piştî referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlonê, dagirkirina Kerkûkê û rewşa Îranê ya li herêmê ji Basê re axivî. Aslan destnîşan dike ku li Rojhilata Navîn hevsengiyên nû ava dibin û divê Kurd yekîtiya xwe pêk bînin û wiha didomîne: “Divê Herêma Kurdistanê û Rojava di hemahengiyê de bin.”
Divê mirov rûdanên dawî yên ku li Rojhilata Navîn rû didin çawa binirxîne? Ev rûdan çavkaniyên şerekî mezin in gelo?
Wisa xuya dike ku ev rûdanên nû, ji bo ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn derbasî asteke din bûye û herêm hatiye hêmaya şerekî nû. Ev proseya ku ji mêj ve bi vekaletî didome wê êdî dewlet jî rasterast tevlî wê bibin. Proseyeke wisa xuya dike. Mixabin şepêleke nû û berfireh a tundrew tê.
Kîjan dewlet hene?
Hê wêrankirina ku Bihara Erebî bû sedem nehatine sererastkirin û hê bi vê rûxandinê re rûbirûbû nebûne lê şerekî nû li herêmê tê dest pê kirin. Îran – Erebîstana Siûdî û Îsraîl sînyalên şer didin. Ev rageşiya sê alî her roj zêdetir dibe û her diçe jî tundtir dibe. Ev ragêşî li ser pirsgirêk û kêşeyên berç zêde dibe û ev yek jî dike ku veger ne pêkan be. Ev şer wisa xuya dike ku dê qedera hemû gelên ku li herêmê dijîn diyar bike. Ji ber vê yekê jî divê Kurd bi amadebaşî û hayedar bin.
Kurd û Herêma Kurdistanê wê çi bandorê ji vê bigirin?
Rojhilata Navîn navenda rêkberiya gerdûnî de ye. Herêma Kurdistanê jî niha weke navenda Rojhilata Navîn tê dîtin di vê rewşê de. Di demeke dirêj de ye navenda şerê herêmî ye jixwe. Di serdema nû de jî wê piraniya qada şer axa Kurdan be. Ji nû ve dîzaynkirina Îraq û Sûriyeyê di ser Kurdan de hat kirin wisa tê dîtin ku dê Îran jî daxilê vê proseyê bibe.
Gelo îhtîmal heye ku Kurd bi deskeftî ji vî şerî derkevin?
Dê şerê hêzên gerdûnî û dewletên herêmî li ser Herêma Kurdistanê tundtir bibe. Ev yek ji bo Kurdan him fersend him jî tehdît e. Çawa ya wê, wê çi tesîr li Kurdan bibe jî girêdayî bersiva wan û sekna wan a li hember vê rewşê ye. Bi rastî Kurd weke ku ne amade ne û bi pirsgirêkên navxweyî û derve gelek in di nav Kurdan de. Mixabin Kurdan fersendeke mezin winda kirin. Li Herêma Kurdistanê di van 25 salên derbasî de tişta divê bihata kirin nehat kirin. Avakariyeke hemdem nehate kirin. Di dawiyê de jî paş ve hatin xistin. Li vir jî berhevkirineke tecrûbeya 30 salî baş nehate bikaranîn. Nikaribûn proseya çareseriyê bikin mayînde û ev der jî paş ve çû. Di proseya Bihara Erebî de Rojava jî gelekî destkeftiyên baş bidest xist lê ev destkeftî jî bi awayekî mayînde nehatin sepandin. Bi taybetî tifaqa Îran û Tirkiyeyê li dijî Kurdan bi Sûriye û Îraqê re dixwazin Kurdan li hemû parçeyan binpê bikin. Ji ber vê yekê jî ji bo Kurd winda nekin divê pêk ve mil bi mil vê proseyê hilgirin. Lê mixabin ev yek jî gelekî zehmet xuya dike.
Ji bo Kurd bidestkeftî derkevin ji îro pê de divê çi bikin?
Divê beriya her tiştî Kurd pirsgirêkên navxweyî çareser bikin. Di hundir de pirsgirêk zav in ev yek jî dahatûyê tarî dike. Di dagirkirina Kerkûkê û teslîm kirina Şingalê de jî me ev yek dît. Temam, siyaseta Kurdî parçekirî ye û partiyên Kurdan jî yekîtiyê pêk nayînin û belkû hîç neyînin jî. Lê kêşe ne tenê ji wir dest pê dike. Di hundir de tu bi hêzên xwe çi dikî? Pêdîtina te çi ye? Li gel Artêşa te, burokrasiya te û têkiliya te çawa ye? Herwiha tifaqên te yên herêmî û gerdûnî çawa ne? Mayînde ne an demkî ne? Divê Kurd pêşî di nav xwe de, paşê jî li derve tifaqên mayînde û demkî pêk bînin. Divê vê yekê bidin ber çavan. Rewş pir xeternak e. Ev ne cihê henekan e. Îhtîmal e ku hêzên gerdûnî Kurdan careke din ji bo berjewendiyên xwe yên dijehlaqî bifiroşin. Hêzên herêmî dema têbigihin ku axa Kurdan winda dikin dibe ku ji serî heta binî wêran jî bikin. Eger sibê şerê Îsraîl – Îranê dest pê bike wê Herêma Kurdistanê bibe qada vî şerî. Herêm wê bibe qada sotemeniyê.
Tu polîtîkayên Rojava di derbarê Kurdan de çawa dinirxînî?
Divê pêşî mirov bipirse kîjan Rojava? Eger mebesta we DYA be bi awayekî vekirî tu stratejiya wê ya Kurdistanê tune ye. Me ev piştî referandûmê jî dît. Em bibêjin ku stratejiya DYA di derbarê Kurdistanê de heye û piştgiriyê jî dide, di vê proseyê de tiştê ku dikare bike cûzî ne û pêştirîn karê wê hene. DYA di nav xwe de di ragêşiyê de ye û em nabînin ku wê ev ragêşî ber bi ku ve biçe. Obama, Îraq teslîmî Îranê kir, Trump dixwaze dîsa bistîne lê karê wan jî zehmet e. DYA di warê gerdûnî de bi Brîtanya, Çîn û Rûsyayê re di rikberiyê de ye. Ji bo dîzayna nû ya cîhanê dozeke tund dide. Bi destpêka salên 1990î Şerê Sar bidawî hat. Pergala bi qutbî bidawî hat. Rojhilata Ewropa, Qafqasya Afrîqa û Rojhlata Navîn îro em dibînin kaos li hemû cîhanê heye.
Gelo pêkan e ev polîtîka di demeke kin de veguherin?
Ev rewşa heyî nêzîkî 25 salan e didome û wisa xuya dike ku dê herî kêm 15 salên din jî bidome. Xeta ku ji Afrîqa ber bi Asyaya Dûr ve dirêj dibe wisa xuya dike ku hevsengiya nû wê heta 2030î jî sererast nebe. Hevsengiyên nû jî weke yên berê li ser xwîn û hêsiran tên ava kirin. Li gelek deverên cîhanê şerên tundrew rû didin. Ji ber vê yekê hin analîstên siyasî vê rewşê bi navê Şerê Sêyem ê Cîhanê binav dikin. Ev rûdan hemû di cîhekî de qedrê Kurdistanê zêde dikin di cîhekî de jî bê qedir dikin. Divê ev ragêşî bên dîtin û di vê dema ku qedrê Kurdistanê zêde bûye de hemle bên kirin û dema qedir kêm dibe jî paş ve bê vekişîn. Êdî rêvebirina siyasetê li Kurdistanê ne hêsan e. Divê mejî, hînbûn û şêwe bên guhertin.
Lê polîtîkaya Tirkiyeyê ya Kurdan?
Tirkiye bi nêrîna ‘Bila Kurd nebin xwedî statû û çi dibe bila bibe’ tevdigere. Niha li holê ji bilî vê tu polîtîka xuya nakin. Lê divê mirov vê yekê jî bibîne ku wê nikaribe di demeke dirêj de vê polîtîkayê bidomîne. Proseya çareseriyê ku Tirkiye ji ser Ocalan re beriya Bihara Erebî da dest pê kirin, kî çi dibêje bila bibêje gelekî girîng bû. Lê belê destûr ji vê re nehat dayîn. Gelek hêzên derve û hundir midaxeleyî proseyê kirin. Dema proseya çareseriyê hat ragihandin berteka yekem ji Îranê hat. Ji derve ji Îranê ta DYAyê li hundir jî FETO heta Ernegonê gelek hêzan xwestin proseyê sabote bikin. Mixabin ji bilî Ocalan tu kesî qedrê proseyê nekir. Hikûmeta AKPê jî berpirsyariya xwe bicih neanî an jî nekarî bicih bîne. Aliyê Kurdan jî ji bo prose bi mayînde bibe vîzyona xwe baş bicih neanî. Di encamê de jî prose têk çû û ev yek ji her alî re bû zirar.
Gelo pêkan e tifaqeke nû di navbera Kurdan û Tirkiyeyê de rû bide?
Ji ber sedemên dîrokî, civakî, siyasî û berjewendiyên hevpar ên gelan tifaqa Kurd û Tirkan mecbûrî ye. Ne pêkan e em ji vê birevin lê niha em gelekî ji vê yekê dûr in. Heta, niha mixabin em di proseyeke bi pevçûn de ne û her du alî jî xwînê dirêjin. Lê dîsa jî divê em hêvidar bin û di rêya aştî, demokrasî û azadiyê de bi înyad bin.
Rûdanên ku li Kerkûkê qewimîn, gelo rast e ku mirov tenê bi referandûma serxwebûnê ve girê bide?
Referandûma serxwebûnê gaveke rast bû û em ê di dahatûyê de bibînin ku ev gav gaveke çiqas heyatî ye. Ji ber vê yekê jî dagirkirina Kerkûkê ji nû ve mirov tenê bi referandûmê ve girê bide ne rast e. Herwiha divê Kurd mafê xwe yê bingehîn nekin mijara nîqaşê. Referandûm mafekî nayê dewir kirin û dev jê nayê berdan e. Divê herkes rêz li vî mafî bigire. Dema DAIŞ ket Mûsilê û êrîşî Kerkûkê kir Artêşa Îraqê li pişt xwe nenêrî û reviya. Kurdan jî bi awayekî hêsan di nava çend saetan de Kerkûk stendin. Lê belê piştî DAIŞ ji Mûsilê hat derxistin vê carê jî Kurd ji Kerkûkê hatin derxistin. Divê em vê jî bibînin. Ev rûdan bi hedefên Post – DAIŞê re girêdayî ne. Bi taybetî jî helwesta DYA.
Îxaneta ku li Kerkûkê rû da divê meriv çawa bixwîne?
Belê îxanet heye, belê lîstik û darbeya Îranê bi awayekî vekirî heye lê bêyî berxwedan vekişandina Kurdan qet li Kurdan nehat. Ev yek bû sedema travmayê. Di dahatûyê de wê gelekî pêdiviya Kurdistanê bi Pêşmerge û bi dînamîkên civakî çê bibe. Li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Îraqê wê qrîzên nû rû bidin. Wiha namîne. Rojekî tu yê binêrî ku ji te re fersendek derketiye -ku wê derkeve jî- ji ber vê yekê jî divê travmaya ku Pêşmerge û gel dît demildest bê tedavî kirin.
Polîtîkayên belavbûna Îranê li Rojhilata Navîn wê bidomin?
Îran yekem welat e ku aramî û aşitiya herêmê û ya cîhanê tehdît dike ye. Belavbûna wê ji bo herêmê û cîhanê tehdît e. Û niha gihîştiye sînor. Îran ji Bexdayê heta Adenê belav bûye û heta gelek hêzên paramîlîter ava kirine li van deveran û li hember rêkberên xwe bikar tîne.
Dê kî vê belavbûnê bide sekinandin?
Dema Obama ji Îraqê vekişiya Îraq teslîmî Îranê kir û li gor gotina Îraniyan, eyaleta Îraqê ket destê Împaratoriya Persan. Lê belê ev yek nayê qebûl kirin. Hiştina Îraqê ji Îranê re û him nefta Basra him jî ya Kerkûkê ji Îranê re bimîne ev yek nayê qebûl kirin. Ev rewşeke konjoktûrel bû û wê demeke din jî bidome. Lê belê di dawiya rojê de wê tablo bi şer biguhere. Tablo heta berê Îsraîlê jî hatiye; Piştî Lubnanê, bidestxistina Îraq û Sûriyeyê ji Îranê re nahêlin. DYA dixwaze ji bilî Misir û Qetarê welatên din ên Kendava Erebî jî bîne gel Îsraîl û Erebîstana Siûdî da ku li hember Îranê bisekinin ev yek jî jixwe tê wateya şerê herêmî.
Herî dawî tiştekî ku tu dixwazî lê zêde bikî heye gelo?
Hevsengiya nû ya gerdûnî li Rojhilata Navîn, Rojhilata Navîn jî li Kurdistanê tê ava kirin. Beriya niha Kurd bûne qurbanî di avakirina hevsengiya herêmê, ev cara yekem e ku Kurd di navenda avakirina hevsengiyê de ne û bi saya vê derdikevin qada dîrokê. Di vê serdema gerdûnê de Kurdistan girîngiya jeopolîtîk bi dest dixe û fersend an jî metirsiya sedsalê li hember Kurdan e. Kurdistana serbixwe jî pêkan e, qetlîameke di asta jenosîdê de jî… Divê Kurd di hişmendiya vê de bin û li gor vê jî bi hemahengiyeke xurt tevbigerin.
“Pêdiviya Herêma Kurdistanê û Rojava bi hemahengiyeke aktîf heye”
Herêma Kurdistanê fersendên baş winda kir lê belê ev nayê wê wateyê ku dê fersendên nû dernekevin. Rewşa herêmê li holê ye û dê qrîzên nû li Rojhilata Navîn rû bidin. Divê îdareya Herêma Kurdistanê di amadebaşiyê de be û wan deverên piştî referandûmê winda kir bi stratejiyekê dîsa bistîne. Îdareyê derbeyeke giran xwar. Ez mafê xwe yê rexneyê niha bikar nayînim lê belê di qrîzeke duyemîn de eger berpirsyariya xwe bicih neyînin dîrok wan efû nake.
Lê Rojava…
Gelek berdêlên mezin dan û hinek sengeran bidest xistin lê belê ji bilî hêza wê tu garantiya wê tune ye. Di vê rewşa ku herêm bûye navenda êgir ji hemû demê zaftir pêdiviya Rojava bi alîkarî û palpiştiyê heye. Rojava jî di bin metirsiyê de ye. Him Tirkiye û him jî Sûriye dixwaze îradeya Kurdên Rojava bişikîne. Di zemîna DYA û Rûsyayê de di vê mijarê de gelek danûstandin tên kirin. Lê belê çi dibe bila bibe Rojava wê dev ji mafê xwe bernede divê bernede jî. Bi rastî di vê demê de pêdiviya Herêma Kurdistanê û Rojava bi hemahengiyê heye. Hêvîdar im siyaseta Kurdî vê basîretê nîşan bide. Di dirêjahiya dîrokê de pêdiviya Kurdan bi Kurdan weke niha çê nebûye.
Tehdîta Esad û berpirsiyarên rejimê li dijî Kurdên Rojava bi riya rûdanên li Kerkûkê û Herêma Kurdistanê li hember Kurdan şîfreya şerekî nû ye li gorî te?
Çawa rejima Esad hinek bi xwe ve hat dest bi tehdîtkirina Rojava kir. Wisa xuya dike ku dagirkirina Ibadî ya Kerkûkê, piştgiriya Îranê, dilê wî jî vekiriye. Lê belê hêza Esad têr nake ku destkeftiyên Rojava ji holê rake. Wisa texmîn dikim ku Rojava wê di zemîna DYA û Rûsyayê de bibe xwedî statû. BAS – Cesim İlhan