Serrûpel Nûçe Şandek parlamana Kurdistanê ji bo çavdêriya hilbijartinan çû Rojava

Şandek parlamana Kurdistanê ji bo çavdêriya hilbijartinan çû Rojava

Belav bike

Şandeke Parlamentoya Kurdistanê çavdêriya hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê dike, û endameke wê şandê hêvî xwest ku tevahiya aliyên beşdar û aliyên din yên ku baykot kirine, bi hev re ezmûna Rojavayê Kurdistanê biparêzin.

Parlamentera PARTÎê û endama şanda Parlamentoya Kurdistanê, Amîne Zikrî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku ew ji aliyê komisyona hilbijartinan ya Rojavayê Kurdistanê hatine vexwendin, û wê li nav Rojavayê Kurdistanê çavdêriya birêveçûna hilbijartinan bikin, û hêvî kir ku tevahiya aliyên beşdar û aliyên din yên ku hilbijartin baykot kirine bi hev re ezmûna Rojavayê Kurdistanê biparêzin.

Şanda parlamana Kurdistanê ji Partî, Yekîtî û Gorran pêk tê.