Serrûpel Nûçe Ebadî ezmanê Kurdistanê firotiye şîrketeke brîtanî

Ebadî ezmanê Kurdistanê firotiye şîrketeke brîtanî

Belav bike

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî asmanê herêma Kurdistanê bo 20 salan firoştiye şîrketeke Brîtanî û balafirên wan bi ser Kurdistanê re diçin û tên, bê ku pere bidin Kurdistanê.

Ev zêdetirî 70 rojî ye ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî balafirgehên Kurdistanê li pêşiya balafirên navdewletî girtiye. Lê tevî wê yekê jî balafirên navdewletî bi ser asmanê Herêma Kurdistanê re diçin û tên.

Çavkaniyekê ji Balafirgeha Hewlêrê ji malpera fermî ya PDKê re eşkere kir ku balafirên welatên Kendavê bi riya asmanê Herêma Kurdistanê diçin Ewropa.

Li gorî zanyariyên wê çavkaniyê, beriya niha ew balafirên welatên Kendavê bi riya asmanê Îranê ve diçûn Ewropa, lê niha rêya xwe gohertine û bi asmanê Herêma Kurdistanê re diçin asmanê Tirkiyê û piştre Ewropa.

Li ser derbasbûna balafiran li ser asmanê Iraqê re, Hikûmeta Iraqê pere ji şîrketên wan balafiran werdigre û li gorî destûra Iraqê divê para Kurdistanê jî ji wan pereyan hebe, ji ber ku balafir di ser Kurdistanê re jî diçin û tên.

Parlamentera Kurd û Endama Komîteya Xizmetan di Parlamentoya Iraqê de Emîre Kerîm ragehand: “Hikûmeta Iraqê para Kurdistanê ji wan pereyan nade. Heyder Ebadî heta 20 salan asmanê Iraq û Kurdistanê firoştiye şîrketeke Brîtanî û qet para Kurdistanê ji wê girêbestê nade.” Basnews