Serrûpel Hevpeyvîn Hêlîn Evrîm Sommer… ji Gimgimê ber bi Bundestagê ve (hevpeyvîn – foto)

Hêlîn Evrîm Sommer… ji Gimgimê ber bi Bundestagê ve (hevpeyvîn – foto)

Belav bike

Hevpeyvîn: Yado Ciwan

*****************

Parlamentera partîya çepgir ya meclîsa federal ya alman a Bundestagê, Hêlîn Evrîm Sommer, ku bi resenê xwe kurd e, qîza siyasetmedarê kurd Kazim Baba ye. Ji ber ku bav ji kevneşopîyeke siyasî tê, Hêlîn jî ji biçûkatîyê ve di nav danûstandin, çalakî û geşedanên siyasî de çavên xwe vedike. Bûyerên ku di vê çarçoveyê de jiyayî û çavdêrîya wan kirî, dê di siberojê de bibe sedem ku Hêlîn jî ji bo karîyera xwe ya pîşeyî platformên siyasî hilbijêre. Di nav partîyên alman de rawestgeha wê ya pêşin PDS e (Partei des Demokratischen Sozialismus). Ango Partîya Demokratîk ya Sosyalîzmê ye ku dûre vediguhere Die Linkeyê. 17 salan li ser hev parlamenterîya eyaleta Berlînê dike. Dûre di hilbijartinên giştî yên 24ê îlona 2017an de ji bo meclîsa federal tê hilbijartin. Jîyan û serkevtina Hêlînê ku ji gundekî Gimgimê destpêdike û niha li Bundestag a Almanyayê didome, ji bo me mijareke balkêş û têra xwe rengîn bû. Hûn dê di hevpeyvîna jêrîn de portre û rêwîtîya serborîyên qîza malbateke kurd ku di salên 80yî de hatiye Almanyayê; bi ked û behremendîya xwe, xwe gihandîye pileyeke herî bilind bixwînin. Me li ser navê kovara xwe Şemamokê pirsî, ewê bersivand. Di encamê de hevpeyvîna jêrîn derket meydanê.  

Hêlînxan tu dikarî hinek qala jîyana xwe ya zarokatîyê, malbata xwe û xwezaya tu lê mezin bûyî ji me re bikî?  

Ez li gundekî elewî yê bi navê Tacî ku girêdayî Gimgimê ye hatime dinê. Bavê min wê demê  mamostetî dikir. Li Gimgim, Mûş, Elezîz, Erzirom û li hin bajarên din mamostetî kiribû. Di sala 1971ê de, dema di betlaneyeke havînê de vedigere gundê xwe, ez têm dinê. Zarokatîya min heta 8 salîyê li gund, li nahîyeya Çaylak û li navenda Gimgimê derbas bû. Dema bavê min midûrê Enstîtuya Perwerdekarîyê (Eğitim Enstitüsü) bû, em li Çewlikê jî mabûn. Wê demê 5 salî bûm. Lê pirranîya dema min li Gimgimê derbas bû û min li wê derê jî dest bi dibistanê kir. Ez hîn pênç salî bûm dema min dest bi dibistanê kir. Birayên min yên mezin diçûn dibistanê û ji ber ku ez tenê li mal dimam û aciz dibûm, kreş an jî hêlînên zarokan jî tune bûn, dê û bavê min jî gotin, bila bi birayên xwe re biçe û sala bê jî heman polê dubare bike. Ango daku bingeheke baştir ji xwe re çêbikim. Dê û bavê min dixwestin ez pola yekê dubare bikim, lê ji ber ku mamosteyê min ez serkevtî didîtim nepejirand û dûre min dest bi pola duwem kir. Ez gelek biçûk bûm. Destê min nedigihîşt textê sinifê û mamoste ez radikirim daku binivîsim. Em pênç xwîşk û bira ne. 2 birayên min yên mezintir hene û yên din piştî min tên.  

Bavê te jî qet mamostetîya te kir li dibistanê?

Na, bavê min mamosteyê lîseyê bû. Û dûre li Mûşê bû midûrê Perwerdekarîya Netewî (Milli Egitim). Ne bavê min, lê şagirtê bavê min mamostetîya min kiribû. 

Derketina we ya ji welêt çawa çêbû? Vê pêvajoyê çawa destpêkir?

Bavê min, di sala 1972yê de ji ber mesele û xebatên xwe yên siyasî hate girtin. Dîsa rewşeke awarte hebû wê demê. Hin kesan navê bavê min jî dabûn. Li ser wê yekê, ew jî hatibû girtin. 15 sal ceza danê. Wê demê li girtîgeha Amedê dima. Lê bereket ewqas raneza. Bi giştî 2 sal û nîv di hefsê de ma. Efûya giştî derketibû û bi saya wê bavê min jî serbest ma. Bavê min, her di nava xebatên siyasî de bû û herweha di sendîkaya mamosteyan de jî aktîf bû. Li Wartoyê şaxê TÖBDERê ava kiribû. Û navê wî di gelek bûyer û meseleyan de derbas dibû. Bi pirsgirêka kurdî re her eleqeder bû. Yek ji damezirênerên tevgera Rizgarî bû. Hîn berîya salên heştêyî bellî bû ku dê cûntayek bê ser kar. Hin hevalên bavê min ku di meqamên bilind de bûn, xeber dan bavê min. Jê re gotin, rewşa te xeternak e. Ya baş pasaportekê bigire û derkeve. Niyeta bavê min ya terikandina welêt tune bû. Nedixwest dev ji welêt berde, lê li ser israra hevalên xwe neçar ma. Jê re gotin heger tu pasaportê bikarneynî jî bila wek tedbîrekê li cem te be û kengê te dît çareyek din nîne, wê demê bikarbîne. Çû pasaportek derxist. Sala 1980yê berîya derbeya leşkerî derket. Pêşî ew bi xwe derket. Tenê ji diya min re gotibû, ezê derkevim û haya ti kes din jê tune bû. Gotibû, ezê biçim Enqerê, civînên me hene û bi wî awayî derketibû, çûbû Almanyayê. Neh meh piştî ku hatibû Almanyayê, em jî birin cem xwe. Rojek beriya ku Almanyayê êdî vîze dixwest, em jî derketin. Gelek malbatên ku rewşa wan wek ya me bûn, dûre nikarîn derkevin. Îşkence dîtin û tiştên xirab hatin serê wan. Em jî bi awayeke dizî derketin. Ji Gimgimê bêyî ku haya kesî çêbibe em derketin û hatin Stenbolê. Dûre me li Stenbolê pasaport tedarîk kirin. Heger yekî gilîyê me kiribana, dibe ku me yê nikarîya derketibana. Di sala 1980 berîya darbeyê em hatin Berlînê û li taxeke rojhilatê bajêr bi cîh bûn. Dûre jî em hatin rojavayê Berlînê. 

Salên we yên destpêkê li Berlînê çawa derbas bûn? 

Ez û birayên xwe yên mezin, haya me ji tiştan hebû. Dema em li welêt bûn, gelek rojên me yên nexweş jî çêbûn. Mala ku em li Mûşê lê diman, du caran laqayî êrişên bombeyî hatin. Em zor bela filitîn. Mala me bûbû wek mala şer, lê tiştek nehat serê me. Derûdor dûre heyirîn, gotin ji vê malê hûn çawa sax filitîne. Li Çewlikê buroya bavê min hate gulebarandin. Parastvanê bavê min, gule li bavê min reşandibû. Gule, di ber serê wî re derbas bûbûn. Me serdemeke wisa li dû xwe hiştibû û em hatibûn Almanyayê. Ji bo me welatek nû û jîyaneke nû destpêkiribû. Tu ne kesî nas dikî, ne jî ziman dizanî. Hertişt ji bo te rengê xwe winda dike. Jîyan çawa ku qerisî be. Tu bîrîya welêt dikî,  axa xwe, gundê xwe, cîranê xwe, dar û berên xwe û hwd dikî. Heftên pêşî dema em hatibûn tê bîra min, em her digirîyan. Û me digot, em dixwazin vegerin û vegerin. Dûre derûdorên me yî kurd bi me re eleqeder bûn. Em gerandin, bêna me hêdî hêdî derdiket. Wisa wisa me hewil da ku em hînî jîyana vê derê bibin. 

Te dûre dest bi dibistanê kir?

Belê, serdema dibistanê tesîreke erênî leyîst ji bo min. Ez neh salî bûm. Birayên min 14 û 15 salî bûn. Ew wek min ne xwedî şans bûn ku ji dibistana seretay destpêbikin. Ji bo wan, polên amadekarîyê (Vorbereitungklasse) yên ji bo xwendevanên biyanî hebûn. Min li welêt heta pola 3 xwendibû, lê ji ber ku min ziman nedizanî, li vê derê ez ji pola duduyan dame xwendin.  Ji bo min fêrbûna zimanê almanî ne ewqas zehmet bû. Destpêkê helbet nê hêsan bû. Dema min dest bi pola duwem kir, min qet bi almanî nedizanî. Lê di nava 2-3 mehan de min xwe fêrî axavtin û nivisandinê kir. 

Wê demê têkilîya malbatê bi civak an tevgerên kurd re çêdibû? Tu bi xwe jî diçûyî komele, an dezgehên kurdî?

Ji ber ku bavê min kesek siyasî bû, têkilîya wî bi derûdor re hebû. Li vir jî aktîv bû. Di nav tevgera Rizgarîyê de karê siyasî dimeşand. Dema civîn, meş an çalakî çêdibûn, em jî bi xwe re dibirin. Heta em diçûn bajarên din jî. Em jî di nav wê atmosfera siyasî de mezin bûn. Ez wek malbat hemû rêhevalên bavê xwe nas dikim. Û em gelek ji wan hez dikin. Em bi wan re mezin bûn. Lê min bi xwe wan deman di nav karên çandî de cîh girt. Navendeke çandê hebû li taxa Schönebergê. Li wê derê, komeke me ya mezin ya folklorê hebû. Komeke me ya muzîkê jî hebû. Min dersên şanê girtibûn. Ez diçûm dibistaneke muzîkê jî. Min xwe fêrî vîyolînê dikir. Hobîyên min yên çandî bûn. 

Te wan deman stran jî digotin, ne wisa?  

Carna li mal jî dema mêvan dihatin, ez mecbûr dikirim ku stranan bêjim. Min kilamên klasîk yên kurdî digotin. Komeke me ya muzîkê bi navê Ronahî hebû. Ez solîstê komê bûm. Li ser tikaya serokê grûba me ya parlamentoyê jî du caran di çalakîyên grûba me de sitirîm. 

Te kengê destê xwe ji karên hunerî kişand, piştî ku tu bûyî parlamenter herhal?

Helbet, piştî ku min biryarê xwe ji alîyê siyasetê ve da, êdî gelek zehmet bû ku ez li ser karên hunêrî jî bisekinim. Lê dema ku fersend çêdibe, ez carna li mal stranan dibêjim. An jî dema ez di civakekê de bim û bê xwestin dîsa disitirim. Di pêvajoya xebatên hilbijartinê de li Lichtenbergê koro derketin ser sehnê. Min li wir jî stran gotin. Axleb kilamên klasîk yên kurdî disitirim, lê carna stranên modern jî disitirim. 

Tu li kîjan stranbêjên kurdî guhdarî dikî?

Koma Azad, Şivan Perwer, ez bi wan mezin bûm. Ciwan Haco gelek jê hez dikim. Nilûfer Akbal, Rojîn jî gelek xweş disitire. Delîl Dîlanar, HozanAydin, ji dengbêjan Şakiro. Herêma ku jê hatime ango Gimgim û Mûş ji xwe warê hunermendan e (dikene).  

Te çima dûre berdewam nekir?

Ji bo min hobîyek bû. Piştî ku min lîse qedand, min dixwest tipê bixwînim. Min wek asîstana laborê destpêkiribû jî. Lê min dûre devjêberda û min wek wergêr dest bi xebatê kir. Nexasim ji bo kesên serî li penaberîyê didan, li Bundesamtê. Hem wek kesa zana (bilirkişi) hem jî wek wergêr dixebitîm. 

Te ew kar çiqas domand?

Di 97ê de tevlî ezmûnên wergêrîyê bûm. Min wek wergêra sondxwarî îmtîhan qezenç kir. Li Kreuzbergê ofîseke min ya taybet hebû. Ez di wî warî de gelek serkevtî bûm. Çend sal min ev kar kir. Berîya ku bikevim parlamentoya eyaletê, min çend sal ev kar kir. Piştî ku ketim nav siyaseta aktîv, min dev ji van hemû karan berda. 

Ketina te ya siyasetê çawa çêbû?

Salên 1997 û 98ê wê demê navê partîya me PDS bû. Vêga Die Linke ye. Hin xebatên min yên li ser koçberan di PDSê de çebûn. Ez di nav komeleyên koçberan û yên ku alîkarîya wan dikirim de êdî hatibûm naskirin. Navek min hebû. Ew kesên ku di teşkîlata PDSê bûn û haya wan ji karên min hebûn, pêşnîyar li min kirin. Sala 99ê bû. Ez ne li bendê bûm. Di lîsteyê, di rêza duwem de cîh dabûn min. Yanî kes ne li bendê bû û hema bê ji sedî sî îhtîmala hilbijartinê yan hebû yan tune bû. Ez bûm berendam. Di dawîya dawî de me gelek deng anîn di wan hilbijartinan de û heta encumenên me yên şaredarîyê jî çêbûn. Ez di 99ê de, ji PDSê wek parlamentera eyaleta Berlînê hatim hilbijartin. Ez di 26 salîya xwe de ketim parlamentoyê û jina herî ciwan ya parlamentoyê bûm. Piştî wê jî di çar serdemên hilbijartinan de min bi tevahî 17 sal parlamenterî kir. Di vê pêvajoyê de min unîversîteya xwe ya ku nîvco hatibû hiştin temam kir. Ji ber karên din min neqedandibû, lê ji bo min karîyera akademîk girîng bû. Di wê demê de fersendeke wisa derket pêş min. Min di unîversîteya Humboldtê de xwend. Di serî de sosyolojî û dûre min beşa xwe guhert, min tarîx û zayendî xwend. Ji ber ku ez di parlamentoyê de berpirsê siyaseta jinan bûm. Min dixwest ez di vî warî de ji alîyê teorîk ve xwe pêş ve bibim. Di vê navberê de qîzek min çêbû. Lê min hewil da ku hemûyan bi hev re bimeşînim. Min wê demê zanko qedand. Beşa Zanyarîya Mêjû û Zayendîyê.  

Te çima ji bo siyasetê Die Linke hilbijart?

Hîn ji zarokatîyê, pirtûkên ku min xwendî, derdorên ku me pê re hevaltî dikir her çepgir bûn. Ez li dibistanê jî berdevka şagirtan bûm. Kî laqayî neheqîyekê bihata ez li dij derdiketim. Laqabê min Rosa bû (Rosa Luxemburg). A min, li hember neheqîyê helwestek min heye û nerazîbûna xwe nîşan didim. Berê PDS bû. Ji ber wê jî, dema têkilîya min bi wan re çêbû, ji bo min jî tiştek pir xwezayî bû. Nêzîkî dîtina min ya cîhanî bû. Partîyên din ne wisa bûn. Malbata ku ez jê hatim ew jî çepgir bûn. Bavê min Marksîst bû. Min bi bavê xwe re li ser Marksîzm û Lenînîzmê guftûgû dikir. Ez û herdu birayên xwe yên mezin me dersên Marksîzmê digirt. Mamosteyek me yê taybet hebû. Hevalekî bavê min bû. Heftê carek dihat li ser Marksizm û Lenînîzmê ders dida me. Hem perwerdahîya min, hem jî meyla min li ser çepgirîyê bû. Lewma jî min partîyeke çepgir hilbijart. Di zarokatîya me de jî hemû hevalên bavê min çepgir bûn. Her li ser vê meselê helbet bi pirsgirêka kurdî ve eleqeder diaxivîn. Sosyalîsazyona min bi vî rengî bû. 

Lênêzîkbûna partîya Die Linke ya ji bo pirsgirêka kurdan çawa dibînî? Ji wan hinek cudatir an?

Helbet bi nêrîna partîyê re sedîsed an bi nêrînên hevalên partîya xwe re carna em ji hev cuda difikirin. Ev jî tişteke xwezayî ye. Di navbera me de ji bo pirsgrêka kurdî carna cudabûn lênêzîkbûnên cuda çêdibin. Nexasim di meseleya Başûrê Kurdistanê de. Partîya Die Linkeyê partîyeke antîmilîtarîst e. Mesela, nexwest Almanya çek bide pêşmerge. Nexasim di wê meseleya Şengalê de li hember ISISê. Kurdên êzîdî wê demê bi qetlîamekê re rûbirû man. Wê çawa xwe biparêzin? Li wê derê ez li hember wan derketim. Wê demê, di nava xwe de jî danûstandin kirin. Bi awayê, em partîyeke pasîfîst in an na? Em partîyeke aştîxwaz in an na? Ketin nava guftûgoyeke îdeolojîk. Lê, li vê derê jîyana însanan mewzûbahîs bû. Li wê derê gelek li hember qirkirinê rûbirû maye. Di demeke wiha de ew luksa ku em îdeolojîya xwe bifikirin nîn e. Helbet em li dij in ku Almanya çek bişîne Siûdî Erebîstan an jî Tirkîyê. Deverên ku lê şer heyî. Lê miletek ku ji bilî berxwedanê ti rêyek wê ya din tune be? Di vê meselê de em ketin nîqaşê. Û heta dawîyê ez li ser ya xwe sekinîm. Helbet yên ku piştevanîya min kirin jî çêbûn. Gregor Gysi jî wek min difikirî. Lê pirranîya partîyê li dij bû. Mixabin polîtîkayeke Die Linkeyê ji bo çareserîya pirsgirêka kurd ya li Tirkîyê û welatên din yên dagirker nîn e. 

Di pêvajoya parlamenterîya eyaletê de, te giranî da kîjan mijaran?

Di serî de mijara nijadperestîyê bû. Ez di komîsyana wezareta navxweyî de bûm. Ji ber ku min ev kar dimeşand, nijadperestan li ber derîyê min erebeya min şewitandin. Dewletê parastvan da min. Dixwestin min bitirsînin daku paş ve gav bavêjim. Yên ku êriş kiribûn neofaşîst bûn. Min di parlamentoyê de li hember wan xebat didan meşandin, di rayagiştî ya alman de dihatim naskirin. Ez bûbûm armancê wan. Di malpera xwe de ez wek çepgirek radîkal didam nasandin û teşhîrkirin. Helbet ev êriş ne tenê li hember min, li hember gelek siyasetvanan pêk hat. Parlamenterek ji partîya Keskan jî tehdît kiribûn. Ji min re jî herdem tehdît dihatin. Piştî vê êrişê, dewletê salekê hem ez parastim, hem jî mala min parast. 

Tu wek parlamenterek alman lê resenkurd, dikarî der barê vê meselê de li ser avantaj û dezavantajan hinek bisekinî?

Em parlamenterên meclîsa alman in. Tiştê ku em ji bo Kurdistanê bikin sînordar in. Helbet tiştên ku me dixwest em bikin me nikarî. Lê caran derfet çêdibû, ez jî çûm Newroza Amedê, çûm ya Wanê. Bi tevî delegasyonan çûm welêt û hatim. Li wê derê wek çavdêra hilbijartinê min peywir wergirt. Hin aktîvîteyên min yên bi vî rengî çêbûn helbet. Ji ber ku ji malbateke siyasî têm, ez ne kesek dûrî pirsa kurdî bûm. Heta ku ji dest hat min şopand. Heta ku ji destê min hat û min karî bibim alîkar, di vê meselê de min xwe paşve nekişand. Dema ku kurd ji bo çareserîya pirsgirêkekê hatin cem min, derîyê min ji wan re herdem vekirî bû. Me li parlamentoyê pîrozbahîya Newrozê organîze kir. Yanî li gor derfetan çi ji destê me hat, me xwe neda paş.  

Ji ber ku tu parlamentereka resenkurd î, têkilîyên te bi kurdan re hîn xurttir e, an jî bi komên din yên biyanî re jî heman têkilî hene?

Helbet ji ber ku parlamenterek eyaleta Berlîn ango ya alman im, ne tenê yê kurdan, bi pirsgirêkên hebû komên biyanî re mijûl bûm. Ez endama wezareta karên navxweyî bûm û hem jî berdevka jinan bûm, bi giranî bi van herdu mijaran re têkildar bûm. Lê herçiqas resenkurd bim jî, diviyabû bi pirsgirêkên herêma ku ez lê hatibûm hilbijartin re jî eleqeder bim. Wek mînak; gelek problemên rojhilatê Berlînê hene. Li wê derê rêjeya bêkarîyê gelek zêde ye. 

Polîtîkayeke rûniştî ya dewleta alman a ji bo kurdan heye li gor te?

Mixabin konsept, polîtîka an jî vîzyoneke dewleta alman a li hember pirsa kurdî nîn e. Têkilîyên Almanya û Tirkîyê xwedî mêjûyeke dirêj e. Her welat li berjewendîyên xwe dinêre û ji vê re jî dibêjin reelpolîtîk. Di vê çarçoveyê de, Almanyayê li ser daxwaza Tirkîyê di sala 93ê yê de qedexeya PKKyê anî rojevê. Wê demê Kanter û Otto Schilly hebûn û li hember kurdan polîtîkayeke erênî nemeşandin. Ji ber zextên Tirkîyê ev qedexe anîn. Helbet çend xetayên kurdan jî li vê derê hene. Piştî vî biryarê 93yê hemû kurd hatin dîskrîmînekirin. Dezgehên kurdan êdî ti alîkarî ji dewletê negirtin. Li gor vê qedexeyê kurd û dezgehên wan hatin nirxandin û lênêzîkbûneke neyînî li dij kurdan derket meydanê. Ev pêvajo heta demên dawî domîya. Lê piştî bihara erebî, şerê pêşmerge û gêrîlla yê li hember ISISê sempatîya kurdan zêde kir. Lê meriv nikare qala polîtîkayeke nû bike di siyaseta alman ya kurdan de. Ev yek ne tenê ji bo Almanya, herweha ji bo tevahîya welatên ewropî jî derbasdar e. Ti polîtîkayek wan ya nû an erênî ji bo kurdan nîn e. Tenê carna ji bo hin zextan an jî di çarçoveya ketina Tirkîyê ya Yekîtîya Ewropayê de meselê hinek derdixînin pêş Tirkîyê. Dixwazin di piştevanîya aborî de hin zextan li ser Tirkîyê çêbikin. Ji bilî wê, ne li hember Tirkîyê û ne jî li hember Iraqê polîtîkayekî wan ya nû nîn e.   

Ji salên notî û vir ve tu bi awayeke aktîv di nav siyaseta alman de yî. Te di vegotina xwe de qala xetayên kurdan jî kirin. Çi ne ev? Diviyabû kurd çawa tevbigerîyana? 

Kurd xwedî maf in ku pirsgirêkên xwe li welatên ku lê dijîn bînin rojevê. Lê li gor zagonên ku welatên lê dijîn divê tevbigerin. Helbet li vê derê jî provokasyon çêdibin, divê meriv ji bîr neke. Girtina otobanan, lêxistina polîsên alman, dagirkirina sefaretan, ev ne rast bûn. Heger pirsgirêkên me kurdan hebin, bi awayeke ji şidetê dûr divê li Almanya bînin rojevê. Di platformên legal de me dikarî em mafên xwe biparêzin. Diviyabû ev tişt nebûna. Helbet xetayên polîsên alman jî hene. Ne yek alî ne ev xeta. Kesên ku di vê meselê de rêveberî kirin an manîpule kirin xetayên wan jî hene. Tevgerên bi vî awayî buhayên giran ji bo kurdan afirandin. Li ser vê yekê qedexe hatin. Kurdan jî di nava xwe de yekîtîyek ava nekirin mixabin. Her rêxistin û partî xwest serdest be û rêveberîya kurdan bike. Wek kurd fikra te çibe, hin xalên hevpar yên me kurdan hene. Derdê me divê ew be ku em bi awayeke giştî mafên kurdan biparêzin. Mixabin wisa nebû. Gelek komele û rêxistinên kurdan hene, her ji bo Kurdistanê ne. Lê divê yekalî tevnegerin. Kurdên ku li vê derê dijîn pirsgirêkên wan nîn e? Li vê derê pirsgirêkên wek nijadperestî, biyanîbûn, bêkarî, û hwd hene. Divê pozîsyonek te an xebatek te li hember van meseleyan jî hebe. Kîjan kurd, li kîjan qadê de dixebite, divê lobîya xwe li wir bike. Xwendevan di zankoyê de, karker di sendîkayê de, siyasetvan di parlamentoyê de. Bi vî awayî em dikarin lobîyekê ji xwe re çêbikin. Helbet divê em piştgirî bidin Kurdistanê. Lê divê peywirên xwe yên li vê derê jî ji bîr nekin. Li vir jî mecbûrîyetên me hene. Bi awayek aktîv divê tu di her warê jîyanê de hebûna xwe bidî nîşandin.  

Tu ji gundekî Gimgimê hatî û niha di parlamentoya federal ya almanî de parlamenter î. Di vê rêwîtîya te de alîkarîya malbatê çêbû, an tu ve serkeftinê bi tevahî dikî malê xwe?

Malbata min di her merc û rewşê de li cem min bû. Di serdemên min yên dijwar de jî li cem min bû û herweha di demên min yên serkevtî de jî. Di vê navberê de, malbatek min bi xwe jî ya biçûk heye. Hevjînek min û qîzek min heye. Nexasim hevjînê min gelek piştevanîya min kir. Bi giranî ewî li qîza me mêze kir. 

Hevjînê te çi dike?

Lêkolîner û nivîskar e. Doktorê mêjûyê ye. Li ser Holokostê lêkolînan dike. Pirtûkên wî jî li ser vê mijarê hene. Ev bû deh sal e gelek alîkarîya wî gihîşt min. 

Karên malê tu dikî?

Na, qet derfeta min nîn e ku karên malê bikim. Heger em dawîya hefteyê li mal bin, ez çêdikim. Heger dem zêde dereng nebe, di hundirê hefteyê de ez carna dîsa çêdikim. Axleb mêrê min çêdike. Beriya min digihîje mal. Mêrê min Robert qasî deh salan li îtalyayê maye, li wê derê xwendiye û xwarinên îtalî gelek baş çêdike. Ez di vî warî de xwe gelek bi şans dibînim. Ji diya min jî fêrî xwarinên kurdî bûye, carna wan jî çêdike. 

Te û Robert we çawa hevûdin nas kir?

Li Brandenburgê qampeke jinan ya Nazîyan heye. Li wê derê pêşangeheke wî hebû. Di serdema şerê duwem yê cîhanê de ev der qampeke jinan bû. Û nazîyan ew dixistin zorê ku bibin fahîşe. Li ser vê yekê lêkolînên wî hene. Ji xwe pirtûkek wî jî li ser vê mijarê ye. Normal, li ser nazîyan hema bê her mijar hatîye lêkolînkirin, lê ev mijar nayê zanîn. Li qampan malên fuhûşê hatibûne çêkirin wê demê. Ji bo ku kesên li van qampan dixebitin û vejena wan zêde bibe serî li vê rêyê xistine. Ji ber hewcedarîyên cînsî serî li vê rêyê xistine. Îcar Robert pêşangeheke wêneyan ya li ser vê mijarê anîbû şaredarîya Lichtenbergê. Ez jî vexwendî bûm û me li wê pêşangehê hevûdin nas kir. 

Piştî ku tu ketî parlamentoya federal rojek te çawa derbas dibe?

Wek berê nikarim zêde wext veqetînim ji bo malbata xwe. Tu dema ji yekî dipirsî, li gor wan parlamenter rûdinin, çay û qehwe vedixwin û hwd. Lê dema meriv di nav de be dibîne, qet ne wisa ye. Carna civînên hefteyî çêdibin, meriv nikare malbata xwe jî bibîne. Peywira me ne tenê parlamento ye. Di nav partîya xwe de jî wezîfeyên te zêde ne. Ev civîn carna seet ji şeşê êvarê destpêdikin heta 10ê şevê didomin. Yanî bi piranî di nava hefteyê de tu ancax seet deh dikarî xwe bigihînî mal. Dawîya hefteyan jî kongreyên partîyan hene. Divê tu li wir amade bî. Dema tu van tevan didî cem hev… Ji bo jîyana taybetî zêde dema te namîne. Ez, dê û bavên xwe mehê carekê dibînim.   

Tu qet dem dibînî ku pirtûkan bixwînî an fîlman temaşe bikî? 

Ez girîngîyeke mezin didim pirtûkan û xwendina wan. Van demên dawî pirtûkên li ser siyasetê hatî nivisandin dixwînim. Rojnameyeke nêzîkî bizava me ango Partîya Çep heye bi navê Neues Deutschland. Li ser gotarên ku ji wan re dinivisînim, lêkonînan çêdikim. Niha di rojeva Almanyayê de populîzma rastgir heye. Navê partîya wan jî AfD ye. Bi awayeke xurt ketin parlamentoyê. Li Almanyayê ber bi rastgiriyê ve çûyîn heye. Neofaşîzm zêde bilind bû. Nijadperestî, polîtîkayên cudabazîyê… Yên li ser van mijaran zêde dixwînim. Ji xwe li eyaleta Thüringenê ez li ser navê partîya çepgir wek şêwirmenda siyasî bûm. Ew lêkolîn û xebatên min di vê çarçoveyê de kirin, niha hewil didim bînim platforma federal. Em li mal bi kurdî diaxivin. Bi kurdî û tirkî li vê derê neçûm dibistanan an kursan. Qîza min a 7 salî niha bi almanî baş diaxive, lê em hewil didin ku bi kurdî jî bikaribe baş biaxive. Di vê navberê de, bi rêya romanan ez fêrî tirkî bûm. Hema bê hemû pirtûkên Orhan Pamuk dixwînim. Herweha yên Ahmet Altan û Murathan Mungan jî. 

Nivîskarên ku tu herî zêde jê hez dikî kî ne?

Emile Zola û Gustav Flaubert. Min di serî de wêjeya fransî xwend û eciband. Sartre, Simone de Beauvoir, Albert Camus.. Piştî ku min ji wêjeya fransî hez kir, dûre min dest bi ya almanî kir. Goethe, Schiller, Thomas Mann… Ev navên standard in, divê meriv bixwîne. Min di biçûkatîyê de dest bi xwendinê kir. Li vê derê, li Almanyayê bi saya mamosteyê xwe yê almanî hezkirina pirtûkan li cem min destpêkir. Pirtûka pêşî ku da min Madame Bovary ya Gustave Flaubert bû. Min ew pirtûk di nava du rojan de xwend. Gelek li xweşa min çû. Min bi wê pirtûkê dest bi xwendinê kir û dûre gelek nivîskarên din yên fransî. 

Pirtûk an nivîskarên kurdî?

Xwendina kurdî ji bo min gelek zehmet e. Mixabin nikarim zêde bixwînim. Min çend pirtûkên Mehmûd Baksî, Mehmed Uzun û Suzan Samanci xwendin. 

Ev bû nêzîkî bîst sal e tu di nava polîtîkaya alman de yî.  Ji salên notî û vir ve ewqas sal derbas bûn. Rewşa kurdan çawa hate guhertin, tu dikarî danberhevekê bikî?

Wê demê têkoşîna kurdan di lûtkeyekê de bû. Têkoşîna ku li welêt dihate dayîn tesîra xwe li vê derê yekser çêdikir. Wî şerî gelê kurd ji welatê xwe veqetand û pêla koçê ber bi Almanyayê ve çêbûbû. Wê demê kurd ji îro hîn aktîvtir bûn. Bi organîze bûn. Dema meşek an çalakîyek çêdibû, bi hezaran kes li hev diciviyan. Dema Newroz dihate pîrozkirin, gelek kes dihate cem hev. Niha ev yek nayê dîtin. Lê komele, dezgeh û partîyên kurd ku serkêşîya vî karî dikirin berdewamîya wê neanîn. Kurdên ku hatine vir bi awayekî ve bi welêt re girêdayî ne. Pirranîya endamên malbata wan, nas û xizmên wan li welêt in. Diviyabû xebateke li gor vê ji bo wan bihatana meşandin. Li ku derê bijîn bi pirsgirêkên wan re eleqeder bin. Ev kêmasî hatin jîyandin. Helbet li Kurdistan û Tikîyê jî guhertin pêk hatin. Çend sal serdemeke aştiyane hate jiyandin, lê em îro dibînin ku ti bingehek tunebûye. Hikûmetek ku mafên bingehîn yên kurdan bide derneket meydanê. Bingeha vê yekê tune bû. Lewma jî encameke wiha derket meydanê. Niha nifşeke nû heye. Divê ji jor heta jêr ev mentalîte bê guhertin. Heger kurdek li zankoyekê be, divê kesên li derûdora xwe qezenç bike. Li sendîkayekê de be li wê derê heman tişt. Heger siyasetmedar be an di parlamentoyekê de be piştevanîya gelê xwe bike. Divê rêxistingerîyek û xebateke lobîyê ya bi vî rengî hebe. Li cem me kurdan mixabin ev yek nîn e. Divê em partîzanîyê danin alîyekî. Em hemû kurd in. Divê partî û dezgehên kurdan di xalên hevpar de bên cem hev. Berjewendîyên partîzanî û yên şexsî divê piştî berjewendîyên netewî bên. Nifşa ku ez jî tê de me, li gor zanîna min, nêzîkî partîyên wisa nabin êdî. Heger em bikaribin yekîtîya xwe saz bikin, wê demê tesîreke hîn mezintir em dikarin li Ewropa bidin nîşandin. Helbet gelê alman jî ne xwedî yek fikir e. Plûralîzma hizrî heye. Demokrasî û fikrên cuda hene. Lê lukseke me kurdan ya wisa nîn e. Divê partîyên kurdan wisa nefikirin ku li ser kurdan bila hegemonyaya min hebe. Kurd hîn nebûne xwedîyê ti maf î û li her welatekî dagirker têne perçiqandin. Li Tirkîyê hemû parlamenterên HDPyê xistin girtîgehê. Divê em kurd li gor berjewendîyên netewî bên cem hev û ji bo nifşên siberojê tiştekî bihêlin.  Pirsgirêkên ku di nava kurdan de çêbûne û bûne sedemê nerazîbûn an dijbûnan, divê êdî li alîyekî bêne hiştin. 

Zor spas.