Serrûpel Nûçe Efrîn: Dayîk li cenazeyê kurê xwe yê 9 salî digirî – Vîdyo

Efrîn: Dayîk li cenazeyê kurê xwe yê 9 salî digirî – Vîdyo

Belav bike

Îro balefirên Tirkiyê navenda bajarê Efrînê bombebaran kirin, ziyaneke mezin ya madî û canî çêbû.

Di bordûmana balefirên Tirkiyê de li ser taxa Tirinde li Efrînê 11 kesên sivîl birîndar bûn û zarokekî jî jiyana xwe jidest da.

Zarokê 9 salî bi navê Arhat Ehmed Elîko ji ber bordûmana balefirên Tirkiyê bi giranî birîndar bûn, û piştî çend demjimêran li nexweşxaneyê wî jiyana xwe ji dest da.