Asayişa Efrînê û Girkê Legê grêva piştgiriya Efrînê ya ENKS û protestokirina êrîşa Tirkiyê li ser wê herêma Rojavayê Kurdistanê qedexe kir.
Di daxuyaniya xwecihiyên ENKS de wiha hatiye, dema ku ENKS li Girkê Legê û Çilaxa ragihandin ku ewê roja duşemê 29ê vê mehê ji bo piştevaniya Efrînê û protestokirina êrîşa Tirkiyê grevekê bikin, dezgehên Asayişê yên ser bi PYDê ve piraniya endamên her dû xwecihiyan ji bo lêkolînê vexwendin.
Li gorî daxuyaniya xwecihiyên ENKS, piştî ku Asayişê lêkolîn li gel wan endaman kiriye, nasnameyên wan birine û ew tehdîd kirine ku ewê wan ji rojavayê Kurdistanê derxînin.
Li gorî daxuyaniyê, ji bo ku pirsgirêk li cadeya kurdî dernekevin, ENKS biryar da ku bi wê çalakiyê ranebin.