Hunermend Xêro Ebas, strana xwe ya bi navê Lo Welato kir vîdyo klîb.
Di vê klîpa xwe de, Xêro Ebas behsa şerê ku tê ser Kurdistanê û berxwedana gelê Kurd li hemberî wan êrîşan dike.
Derketina vê klîpê di demekê tê, ku ji 20 vê mehê ve artêşa Tirkiyê û hêzên hevalbendên wê êrîşî Efrînê kirin.
Di encama wan êrîşan de, gelek kes bûne qurbanî.
Vîdyo klîpa Xêro Ebas li başûrê Kurdistanê bajarê Zaxo hatiye kişandin û derhêneriya wê Kamîran Bêrasî kiriye û têksta wê jî
ya Hekîm Sefqan e, muzîk jî Hakan Akay çêkiriye.