Serrûpel Nûçe YPG bi rokêtên BGM-71 TOW tankên Tirkiyê diteqîne

YPG bi rokêtên BGM-71 TOW tankên Tirkiyê diteqîne

Belav bike

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo ragihand, Washingtonê ji wan re gotiye ku ew rê nade artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyê derbasî Minbicê bibin. Da zanîn jî, hêzên wan ta niha 11 tankên Tirkiyê li Efrînê jinav birine.

Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo di hevpeyvînekê ligel rojnameya “El-Şerq El-Ewset” re ragihand, piştî 17 rojan ji êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê li ser Efrînê, ti pêşketin nekirine. Tikiye di wê bawriyê de bû ku dê di çend rojan de armancên xwe pêk bînin, lê ev yek nebû.

Sîpan Hemo got jî, Tirkiye dixwaze vîna Kurd bişkîne, lê di warê tektîkî de dixwaze Efrînê û rojava û rojhilatê Helebê kontrol bike, di pişt re jî bigihe Helebê. Serokomarê Tirkiyê Recep Teyop Erdogan dixwaze Helebê bi ser Tirkiyê bixe, ji ber ku ew dibîne ku Heleb beşek ji Împeretoriya Osmanî ve ye.

Aşkere kir jî, Tirkiye di operasyona xwe ya leşkerî ya li dijî Efrînê de kariye tenê 500 metro derbasî xaka Efrînê bibe û di hin cihan heta 3 K.M derbas bûye. Lê ew pêşketina ku kiriye ne girîng e.

Fermandarê Giştî yê YPGê diyar kir jî, hêzên wan ta niha karîne 11 tankên Tirkiyê û çekdarên pê re şer dikin jinav bibin û gelek kuştî ji artêşa Tirkiyê û hêzên taybet yên ser bi artêşa Tirkiyê ve hene.

Hat gotin, YPGê/HSD mûşkên ji cura “BGM-71 TOW” a Amerîkî di çarçova şerê li dijî DAIŞê ji Amerîkayê wergirtine û mûşkên “9M113 Konkurs” ên ku ji Rûsyayê wergirtine li Efrînê bikar tîne, Sîpan Hemo ev yek red kir û got, mûşekên di destê wan de ne Amerîkî û ne Rûsî ne. Amerîka bêhtirî carekê got ku ti pêwendiya wê bi Efrînê re nîn e. Wan çekên xwe ji sûka reş kirîne û destkarî li ser kirine.

Derbarê hevkariya hikûmeta Sûriyê de, Sîpan Hemo got: “Helwesta me diyar e, ji erkê dewleta Sûriyê ye ku sînorê xwe biparêze û li hemberî dijminkariya Tirkiyê raweste. Me ti alîkarî ji bilî alîkariyên mirovî û tenduristî ji Sûriyê wernegirtiye.”

Li ser gefên Tirkiyê yên derbasbûna Minbicê, Sîpan Hemo aşkere kir, “Heger rêkeftineke û planeke navdewletî neye kirin, artêşa Tirkiye nikare bigihe Minbicê. Tirkiye daxwaza vekişandina hêzên Amerîkî ji Minbicê kir, lê Washingtonê ev yek red kir.”

Fermandarê Giştî yê YPGê amaje bi wê jî kir, dibe ku Tirkiye planekê bi Rûsyayê re bike û bigihe gundê Erîma li nêzîkî Minbicê, ji ber ku hêzeke Rûsî li wî gundî ye.