Serrûpel Nûçe Hêzên Şebî li Efrînê bi zilxitan hatin pêşwazîkirin – Vîdyo

Hêzên Şebî li Efrînê bi zilxitan hatin pêşwazîkirin – Vîdyo

Belav bike

Îro hejmareke mezin ji xelkê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bi bilindkirina ala Sûriyê û wêneyên serokê wî welatî Beşar Esed, pêşwaziya Hêzên Şebî yên hikûmeta Sûriyê kirin.

Hêzên Şebî yên Sûriyê li meydana Azadiyê ji aliyê xelkê ve hatin pêşwazîkirin û têde siloganên piştgîriyê ji bo artêşa Sûriyê hatin avêtin.

VÎDYO

Berpirsê Hêzên Şebî li Efrînê Mihemed El Ferec li meydana Azadiyê ragihand, ku ew hatine Efrînê ji bo ku rûbirûyê artêşa Tirkiyê bibin.

Hêzên YPGê û hikumeta Sûriyê lihev kirin ku hêzên Şebî derbasî nav Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bibin.

Hêzên beşdar: Hêzên Qatircî, ku ji eşîretên Ereb pêk tê, Dirii El Emin El Eskerî, Hêzên Nubul û Zehraa (çekdarên Şîe ne)