Serrûpel Nûçe Çekdaran dest danîn ser Seddê Meydankê û av ji ser Efrînê qut...

Çekdaran dest danîn ser Seddê Meydankê û av ji ser Efrînê qut kirin

Belav bike

Çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve bi temamî av li ser Efrînê qut kirin.

Piştî ku wan çekdaran bi piştevaniya artêşa Tirkiyê gundê Metîna û sentrala sereke ya ava Efrînê kontrol kirin, av bi temamî li ser Efrînê qut kirin.

Çavkaniyekê ji bajarê Efrînê ji Rûdawê re got niha berpirsên xwecihî hewla xebitandina 6 bîrên nav bajarê Efrînê didin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku xebitandina wan bîran zehmete û heger hatin bikaranîn jî ava wan têra xelkê Efrînê nake.

Li gorî çavkaniyê, hejmara nişteciyên Efrînê tevî koçberan 600 hezar derbas kiriye û qutkirina avê karesateke mirovî bi xwe re tîne.