Polîsê bajarê Hewlêrê bi tometa teşhîr kirin û sivikayî bi hemwelatiyan kirinê mamostayê zankoyê Ferhad Pîrbal girt binçava.
Rêveberê polîsê Hewlêrê Emîd Ebdulxaliq Telet ji BasNewsê re ragehand, îro 11.03.2018ê mamostayê zankoyê û nivîskar Ferhad Pîrbal hate girtin.
Herwaha ragehand, sedemê girtina Ferhad Pîrbal ji ber dosyaya li dijî wî ya li dadgehê, ji aliyê dozgerê giştî yê herêma Kurdistanê daxwaz hatiye kirin, ku bê girtin.
Ferhad Pîrbal li gor madeya 226ê ya yasaya cezayê Iraqê ya tometa teşhîr û sivikayî bi hemwelatiyan kirinê hatiye girtin.