Serokwezîra Almanya Angêla Mêrkil binpêkirinên ku li Efrînê hatine kirin bi dijwarî şermezar kir, û ragihand, ew kiryar nayên qebûlkirin.
Di axaftinekê de li parlementoyê, Angêla Mêrkil ragihand, li Efrînê bi hezaran kesên sivîl hatine kuştin û birîndarkirin, û bi dehezaran kesên din jî koçber bûne, yan jî bi zorê ji malên xwe hatine derxistin,ev yek jî bi ti awayî nayê qebûl kirin.
Merkel her wiha ji Tirkiyê xwest yasayên navdewletî li Efrînê binpê neke.
Cîgira berdevkê hikûmeta Almanya Ulrike Demmer ragihand, divê lekolîn derbarê kiryarên kuştin û talankirinê de li bajarê Efrînê were kirin.
Ulrike Demmer her wiha got, binpêkirinên ku li bajarê Efrînê hatine kirin cihê dilgiraniyê ne û divê tevaya aliyên şer xwe ji tundrewiyê dûr bixin.