Serrûpel Nûçe Tevgera Ciwanên Kurd (TCK) perçe bû?

Tevgera Ciwanên Kurd (TCK) perçe bû?

Belav bike

Tevgera Ciwanên Kurd vekişandina xwe ji nav ENKSê ragihand û hejmareke ji berpirs û endamên wê tevgerê li dijî vê biryarê derdikevin û daxwazê dikin, ku ew li nav Encûmenê bimînin.

Di daxuyaniyeke nivîskî de, Tevgera Ciwanên Kurd eşkere kir ku tevgera siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di rewşeke gelekî xerab de derbas dibe, ENKSê jî tevgerên ciwanan û kesayetiyên serbixwe piştguh dixe, lewra wan vekişandina xwe ji nav ENKSê ragihand.

Ji aliyê xwe ve jî û daxuyaniyeke din de, hejmareke ji serkirde û endamên Tvegera Cowanên Kurd li dijî vê biryarê derketin, û ragihandin ku ew di nav ENKSê de dimînin.