Serrûpel Nûçe Erebên Şîe yên Îraqê 40 Mîlyon Dolar (40.000.000 $) dane Ala Talabanî

Erebên Şîe yên Îraqê 40 Mîlyon Dolar (40.000.000 $) dane Ala Talabanî

Belav bike

Rêvebera YNKê ya rêveberiya wê hatî cemidandin Ala Talabanî, li hember beşdarbûna xiyaneta 16ê cotmehê û ji ber helwêstên din ên dijî kurd, 40 milyon dolar pare ji aliyê erebên şîe yên Iraqê re jê re hatiye dayîn.

Li gor zanyariyên BasNewsê ku ji çavkaniyek baweriyê ya nêzîk cîgirê yekem ê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl bidest xistiye, di heyama borî de grubeke ‘’Hewza Ilmî ya Necefê’’ serdana Kosret Resûl kiriye û di hevdîtinê de diyar kirine ku çend aliyên şîe, 40 milyon dolar dane Ala Talabanî.

Li gor zanyariyên BasNewsê ew pare wek xelatê xiyaneta 16ê cotmehê û ew helwêstên li hember serxwebûna Kurdistanê û herêma Kurdistanê hatiye dayîn. Herwaha ji ber piştevaniya Ala Talabanî ya ji bo derxistina yasaya Heşdî Şeibî û wan hemû dijberiyan hatiye dayîn.

Berî naha Ala Talabanî bi aşkerayî di dema xiyaneta 16ê cotmehê de, alîgiriya hêzên Heşdî Şeibî dikir û bangeşeya aramiya Kerkûkê dikir. Herwaha beşdarî kanalên erebên şîe yên Iraqê dibû û berdewam xewna kurdan a serxwebûnê rexne dikir û hewldanên herêma Kurdsitanê yên serxwebûnê wek planek bo têkdana yekparçeyiya Iraqê pênase dikir.