Serrûpel Nûçe 5 Partiyên bakurê Kurdistanê “Hevpeymaniya Hilbijartinan” ava kirin

5 Partiyên bakurê Kurdistanê “Hevpeymaniya Hilbijartinan” ava kirin

Belav bike

Daxûyaniya Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / HEREKETA AZADÎ, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrat a Kurdistanê -Tirkiye (PDK-T),  Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ku Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinê ragihandin, ji raya giştî re hate eşkerekirin. Kopyeyek jê gihişt K24. Ev naveroka daxûyaniyê ye:

Em mizgîniyê didin gelê xwe ku me “Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê” ava kiriye

Ev partî û tevgerên ku navên wan li jêrê hatine nivîsandin, me bi hev re biryar da ku em di Hilbijartinên 24ê Hezîranê de bi hevdu re tev bigerin û xebatê bikin.

Em wek partî û tevgerên ku mafê çarenûsiya miletê kurd û gelê Kurdistanê diparêzin, ji bo Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinê, me li ser van xalên li jêrê li hev kirine.

Em ê li ser esasa qebûlkirina van prensîbên siyasî, ji bo berfirehkirina tifaqa hilbijartinan xebatên xwe dest pê bikin. Em dixwazin di vê derbarê de gelê xwe agahdar bikin. Prensîbên me yên siyasî yên ji bo tifaqa hilbijartinê ev in:

– Qebûlkirina hebûna miletê kurd û Kurdistanê û qebûlkirina mafê xweîdarekirina li ser axa welatê xwe, rêzlêgirtina sembol û nirxên neteweyî yên gelê me.

– Qebûlkirina mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî û ligel zimanê Tirkî weke zimanekî resmî qebûlkirina zimanê kurdî.

– Li dijbûna hemû qedexeyên li ser azadiya ramanî û xebata rêxistinî

– Qebûlkirina mafên netewî û bawermendiyê yên hemû eqaliyet, dîn û mezheban.

– Parastina mafên jinan.

– Li dijderketina şer, operasyonên leşkerî, Rewşa Awarte û ji bo çareseriyeke siyasî ya ji bo pirsa kurd û Kurdistanê, divê hemû aliyên kurdan bibin mixatabên diyalogê

– Xwestina serbestberdana hemû girtî û hepsiyên siyasî.

– Divê qanûna partiyên siyasî û qanûna hilbijartinan bi awayekî demokratîk ji nû ve bêne çêkirin da ku hemû astengiyên li ber îradeya gelê me ji holê bê rakirin.

– Sonda Parlamenteriyê li ser bingeha ku hebûna eqaliyetan û ya miletê kurd tune bihesibîne û şexsiyeta wan a netewî rencîde bike hatiye danin. Divê ev sond ji nû ve li ser bingeha qebûlkirina hebûn û îradeya hemû gelan bê sererastkirin.

– Divê Dewleta Tirkiyeyê hemû şerh û astengiyên ku li ber bicîanîna wan peymanên navnetewî yên wê bi xwe îmze kiriye ji holê rake.

– Divê hemû Şertên Ewrûpayê yên di derbarê Xweseriya Rêvebiriyên Herêmî de bêne qebûlkirin.

– Ji bo ev prensîbên me yên siyasî di Qanûna Esasî û di qanûnên din de bi cîh bibin û bên parastin, divê em bi rêyên sivîl, siyasî û demokratîk têkoşîna xwe bimeşînin.

– Em ê mihawile bikin ku li ser van prensîbên siyasî em potansiyela herî berfireh a siyasî û civakî ya Kurdistanê beşdarî vê Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan bikin.

– Em ê wek Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan, bi wan aliyên Tirkiyeyê yên ku van prensîbên me yên siyasî qebûl dikin re, ji bo tifaqa hilbijartinan di nav diyalogê de bin.

– Ev aliyên ku ji bo avakirina alternatîfeke neteweyî-demokratîk ya ji bo hilbijartinan li hev kirine, li ser bingeha van prensîbên siyasî yên ku me li ser li hev kiriye, dê bi aliyên sîyasî yên berfireh re hevdîtinan pêk bînin û li gorî encamên van hevdîtinan, dê careke din bicivin û dê di derbarê şêweya beşdariya hilbijartinan de biryara xwe ya dawî bidin.

02.05.2018

Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / HEREKETA AZADÎ

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)

Partiya Demokrat a Kurdistanê -Tirkiye (PDK-T)

Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK)

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)

K24