Serrûpel Nûçe Endamê PDK-S Ebû Hemze li Kobanî ji aliyê asayîşê ve hate girtin

Endamê PDK-S Ebû Hemze li Kobanî ji aliyê asayîşê ve hate girtin

Belav bike

Endamê Komîteya Mentiqî ya PDK-S Mehmûd Wêso Mistefa ku weke Abû Hemze dihate naskirin û li Hewlêrê tevî malbata xwe dijiya, ji 28 meha derbasbûyî ve li Sirrînê ji aliyê asayîşê ve hate girtin û ew birin Kobanî.

Abû Hemze, kesayetiye civakî û naskirî bû ku di nava Kurdên rojavayê Kurdistanê de.
Abû Hemze, li Kobanî li gundê Kortika Şêxan ji dayîk bûbû û ji ciwaniya xwe de di nava xebata siyasî de cih girtibû.

Li gor zanyariyên ku xwarziyê wî dane, ji dema girtina wî û heta niha kesekî serdana wî nekiriye û kesek titşekî li ser rewşa wî nizane, asayîşa Kobanî jî di derbarî vê girtinê de tu daxuyanî nedane.