Serrûpel Nûçe Xetertirîn çekdarê DAIŞ li cem YPG girtiye

Xetertirîn çekdarê DAIŞ li cem YPG girtiye

Belav bike

Xetertirîn çekdarê DAIŞê Adryan Lîyonêl ku weke Ebû Ûsame El Fransî tê naskirin ligel hevjîna xwe li Reqayê hate girtin.

Li gor YPG, Ebû Ûsame El Fransî bi awayekî sereke rola wî di êrîşên Parîsê yên sala 2015an û herwerha êrîşên bajarê Nîs yên 2016an hebû.

HSDê eşkere dike, ew çekdar ligel hejmareke din ji çekdarên DAIŞê di 19ê vê mehê de hatiye girtin û niha li cem wan girtî ne.

Ebû Ûsame El Fransî yê 35 salî yê Fransî û sala 2003an bûye Muslman, sala 2010 bi tometa ku endamê rêxistinên terorîstî ye, hatibû girtin, piştî ku hate berdan, 6ê adara sala 2015an bi rêya deriyê Girê Spî derbasî Sûriyê bibû û tevlî DAIŞê bibû.