Serrûpel Magazîn Oktar û pisîkên xwe hatine girtin – vîdyo

Oktar û pisîkên xwe hatine girtin – vîdyo

Belav bike

Rêberê terîqeteke dînî balkê Adnan Oktar (Ednan Xoce), tevî jinên xwe yên sêksî ku li Tirkiyê nav li wan tê kirin Pisîk, di operasyonekê de ji aliyê polîsan ve hatine girtin.

Di derheqê Adnan Xoce, 234 kesan de biryar girtinê hate derxistin, di nava wan de 106 jî hene.

Xoce, bi sûcê xerabbikaranîna jinan, qaçaxcîtî, destdirêjiyan cinsî, û gelek sûcên din, tevî pisîkên xwe hate girtin.

Dewletê dest danî ser hemû milk û malê wî.

Adnan Xoce bi wê yekê meşhûr bû ku jinên herî seksî dibirin cem xwe û weke weke heremekê ji xwe re bikar dihanîn, ew jî terîqeta wî bû.

Jinên wî, hemû bi botox û sîlîkon bûn, hemûyan nimêj jî dikirin.

Di dema girtinê de Oktar got, wî di hilbijartinan de piştgiriya Erdogan û AKP kiribû, û bi vê girtina xwe xemgîn e.