Serrûpel Nûçe Encumena Sûrya Demokratî li Şamê bi kê re civiya û çi gotin?

Encumena Sûrya Demokratî li Şamê bi kê re civiya û çi gotin?

Belav bike

Eşkere bû ku li Şamê hevdîtinên Encumena Sûrya Demokratîk bi aliyên emnî re çêbûye, ne bi hikûmetê re.

Hikûmeta Sûriyê, tenê bi riya muxaberatan û aliyên xwe yên emnî bi Kurdan re dide û distîne.

Serokê Partiya Surya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan ku di nava şandê de bû dibêje ew bi aliyê emna niştimanî re civiyan (Emin Qewmî).

Di hevdîtinê de behsa meseleyên emnî û vegera hêzênê hikûmeta Sûriyê ji bo herêma rojavayê Kurdistanê hatiye kirin.