Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence bi serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axifîn û êrîşa Îranê ya li ser baregahên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Koyê şermezar kir.
Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence ligel serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefonî pêk anî û herdu aliyan behsa çend mijaran kir.
Li gorî daxuyaniya Koşka Spî, Mike Pence êrîşa bi rokêtan ya Îranê ya li ser Kurdistanê şermezar kir.
Pence pesna rola Barzanî da, li ser pêwendiyên di navbera Kurdistanê û Iraqê de.
Her wiha behsa xurtkirina pêwendiyên di navbera Hewlêrê û Washingtonê de kirin.