Serrûpel Nûçe Berpirsekî YPG xwest Emerîka ji Sûriyê derkeve û weke hêzeke dagîrker bi...

Berpirsekî YPG xwest Emerîka ji Sûriyê derkeve û weke hêzeke dagîrker bi nav kir

Belav bike

Rawêjkarê ragihandina YPG yê berê li Efrînê Rêzan Hido, di hevpeyvîneke xwe de ligel wê rojnameyê gotiye, destê Emerîka di şerê Qamişlo de hebû, ku di encamê de 14 serbazên Sûriyê hatibûne kuştin û 7 endamên asayîşa rojava jiyana xwe ji dest dabûn.

Rojnameya idîa dike ku hinek kes di nava rêveberiya xweser de jî hene, fitneyan derdixin, û ziyanê digihînin Sûriyê û pirsa Kurd li wî welatî, û kesên ku bi wê êrîşê rabûne ji berjewendiya welatên din re kar dikin.

Li gor rojnameya Al Watan ya nêzîkî hikûmeta Sûriyê, rawêjkarê ragihandina YPG yê berê li Efrînê Rêzan Hido gotiye, tu fêdeya hebûna hêzên Emerîkî li Kurdên SÛriyê nabe û ew weke hêzeke dagîrker bi nav kiriye.

Hido her wiha gotiye, di dagîrkirina Efrînê de ji aliyê Tirkiyê ve, çima Emerîka bêdeng ma.