Serrûpel Hevpeyvîn Dr. Necmedîn Kerîm: Kerkûkî serxwebûnê hilbijêrin Amerîka li dij dernakeve

Dr. Necmedîn Kerîm: Kerkûkî serxwebûnê hilbijêrin Amerîka li dij dernakeve

Belav bike

Parêzgarê ji kar dûrxistî yê Kerkûkê, Dr Necmedîn Kerîm dibêje, di vê pêvajoya ku niha li Başûrê Kurdistan û Iraqê ye, sê mijar derdikevin pêş; ya yekemîn, bi armanca avakirina hikûmeta nû ya Iraqê guftûgoyên aliyên Kurd ên li gel Bexdayê, ya duyem rewş û çarenivîsa Kerkûkê û hilbijartina parêzgareke nû ji bo vî bajarî û herwiha ya sêyemîn jî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ye.

Siyasetmedarê Kurd, Dr. Necmedîn Kerîm di hevpeyvînekê de li gel Tora Medyayî ya Rûdawê de dibêje, ku Kurd hêj li Iraqê xwedî pêgeheke bihêz in û di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de roleke wan a giring heye. 

Derbarê mijara Kerkûkê de Necmedîn Kerîm dibêje, eger xelkê Kerkûkê bixwazin parêzgeha wan bibe herêmeke serbixwe, Amerîka jî li dijî vê yekê nasekine. 

Dr. Necmedîn Kerîm, ku xwe hêj weke parêzgarê fermî û yasayî yê Kerkûkê dibîne, dide xuyakirin, ku ti peywendiyeke fermî li gel YNKê nake û ji bo vê partiyê jî daxwaza dengan nake.  

Necmedîn Kerîm li ser van rojevan tevan û berferehiya wan ji bernameya Hilbijartina Hîwa ya Rûdaw TV re axivî û eva li jêr naveroka vê hevpeyvînê ye: 

Niha gotûbêjên derbarê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de berdewam dikin. Gelo Kurd bi wê giraniya xwe ya beriya referandûmê, anku ya salên berî vegeriyaye Bexdayê?

 Necmedîn Kerîm: Bêguman piştî ku referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ji ber rêjeya beşdarbûna xelkê û encamê wê bi serkeftî temam bû û pişt re karesata 16ê Cotmehê pêk hat û Kerkûk xistine destê hêzeke dagirker, hinek kesan hêvî dikirin, ku hikûmeta Bexdayê dest bi ser tevahiya Herêma Kurdistanê jî bigre û êdî rola êdî rola Kurdan û Kurdistanê nemîne. Lê em piştrast bûn ku ew xelet derketin û ew daxwaza wan pêk nayê. Rast e îro Kerkûk û herêmeke berfereh îro di bin destê hêzeke dagirker de ye lê birastî Herêma Kurdistanê îro di warê peywendiyên navdewletî û herwiha di danûstandinên li gel Bexdayê de ji bo avakirina hikûmeta nû, gelek bihêztir e. Beriya referandûmê jî tenê serokomarek me bi şiklî li Bexdayê hebû, wezaretên di destê Kurdan de bêbandor bûn. Mebesta min kesayeta wezîran nîne, behsa şêweyê desthilatê dikim. Wezaretên rewşenbîrî û yê koç û koçberan di destê Kurdan de bûn. Lê îro we jî dît ku di proseya yekem a hilbijartina postên parlamentoyê de bi rêkeftina aliyên Kurdî û Bexdayê serok û cîgirê serokê parlamentoyê hatine hilbijartin.

Baş e, berê digotin li Bexdayê rola Kurdan “çêkirina şah e” gelo niha jî wisa ye?

 Bi nêrîna min dikarî bêjî çêkerên şah in. Çima? Binerin piştî hilbijartinên Iraqê gelek şand hatine vê derê û li ser vê yekê bi rêkeftin serokê parlamentoyê û cîgirên wî hatine hilbijartin. Ez di wê baweriyê de me ku ji bo destnîşankirina serokomarê nû yê Iraqê jî rêkeftin heye, ku ev serokomar dê destnîşankirina hikûmeta nû û serokwezîrê nû de roleke bi bandor bilîze. Ew dê mafê pêkanîna hikûmetê bide aliyekê.

Di vê vegera bihêz a Kurdan de ji bo Bexdayê roleke Amerîkayê hebû? 

Bêguman Kurd di dema referandûmê û piştî wê jî ji helwesta Amerîkayê nerazî bûn. Lê paşî amerîkiyan jî baş zanîn, ku Kurd ji bo serkeftina siyaseta wan li Iraqê aliyekî bingehîn in.

Ma gelo heta referandûmê jî ev yek nedizanîn?

Bi nêrîna min nûnerên amerîkî di vê mijarê de xeletî kirin. Tenê ji bo careke din ew kesê wan destnîşan kiriye wek serokwezîrê Iraqê were hilbijartin Kurd jî piştguh xistin. Bi awayekî bûne sedem ku nehezên Kurdan referandûmê bikin hêcet, hêzên xwe kom bikin û bi alîkariya aliyeke Kurdî rêbikevin û werin wan herêman dagir bikin. Lê derket ku ew siyaset xelet bû. Herwiha ew kesê ku dixwestin ku bikin serokwezîr jî îro nekarî bibe xwedî wê hêzê ku vê postê werbigre. Ev yek jî ji bo Amerîkayê paşkeftine.

Gelo ev siyaseta derve ya Amerîkayê bû yan tenê yê Brett McGurk bû? Wek mînak berê digotin siyaseta Bremer xelet e û siyaseta Amerîkayê ne wiha ye.

 Ya li hember Kurdan wiha bû lê divê em wêneyê giştî bînin berçavê xwe, ne tenê helwesta birêz McGurk. Wezîrê wê demê yê Amerîkayê ne nêzîkî hikûmeta welatê xwe bû û ne jî derbarê Iraq û rola Herêma Kurdistanê de xwedî zanyarî bû. Rast e serokê Exxon Mobil bû û ew rêkeftin li gel Kurdistanê kirin. Dibe ku her ew jî bibe sedem ku xwe pir nêzîkî Kurdan nîşan nede daku nebêjin ew deyndarê Kurd e. Lê mirov nikare vê bike siyaseta kesekî. Tişta hate kirin siyaseta dewletê bû. Biryarderê siyaseta derve Tillerson bû lê yên li vir jî ew yek pêk anîn, ev ên niha li vir bûn.

Demeke nêzîk de tu ji Amerîkayê vegeriyayî. Siyaseta Amerîka niha ji bo birêvebirina Kerkûkê çi ye, bi taybetî ji bo vegera Kurdan?

 Ji bo Kerkûk û navçeyên din ên nakok jî hertim siyaseta Amerîkayê ew bûye, ku destûr were cîbicîkirin. Wate Madeya 140 were cîbicîkirin. Madeya 140 bê pêkanîn an dê Kerkûk wek ya niha bimîne, yan dê vegere ser Herêma Kurdistanê û yan jî dê bibe herêmeke serbixwe. Biryara vê jî dê bi dengên nîştecihan diyar bibe. Bi baweriya min ne Amerîka û ne welatên derdorê û ne jî navxwe ya Iraqê ti îtîrazek nîne ku Kerkûk bibe herêmeke serbixwe.

Ev mijareke pir giring e û divê were zelalkirin. Berê jî digotin Amerîka ne li dijî serxwebûna Kurdistanê ye û eger referandûm çêbibe dê piştgirî bide. Gelo ev gotina te ya derbarê serxwebûna Kerkûkê de zanyariye, yan gotina berpirsên amerîkî ye, yan jî nêrîna cenabê te ye?

 Ez nabêjim ev siyaseta fermî ya Amerîkayê ye. Lê ez li gel piraniya berpirsan rûniştim û ew jî vê yekê wek rêyeke rastîn dibînin ji bo Kerkûkê. Lê divê em tiştekî jibîr nekin; nasnameya Kerkûkê hertim nasnameyeke Kurdistanî ye. Lê em hemû jî dizanin ku li Kerkûkê tenê Kurd najîn.

Herêma serbixwe ya Kerkûkê nêrîna cenabê te bû, ku sala 2016ê jî te anîbû ziman. Di van salan de rola cenabê te hebû ku bikarî amerîkiyan di vê mijarê de qayîl bikî?

 Ez piştrast im ku eger ev bijardeya xelkê Kerkûkê be Amerîka ti îtîrazekê nake. Ez bi navê hikûmeta Amerîkayê vê yekê nabêjim lê çareseriya rast ev e. Bi gotineke din pirsa Kerkûkê û hatina wî ya ser Herêma Kurdistanê bi pêngavekî çênabe. Îro li bara cîhanê, Neteweyên Yekbûyî û heta Iraqê çareseriya herî guncaw ew e, ku Kerkûk bibe herêmeke serbixwe. Berovajî dê Kerkûk wek ya niha bimîne. Gelo ma Kurd vê qebûl dikin? Dema 2016ê min di civînan de behsa vê pêşniyarê dikir hemû hevalên min ên serkirdetiya YNKê û malbenda YNKê jî piştgirî didan. Lê paşî bi bandora hizbî, tirs û îmtiyazan li dijî sekinîn. Dixwazim tiştekî din jî bêjim, min ev mijar ji wî serokwezîrê Iraqê ku niha dema wî ya serokwezîrtiyê xilas bûye Heyder Ebadî re jî got. Wî jî got, ku wêrekiyek pêwîst dike ku mirov van gotinan bêje. Ji ber ku dizanî di nav Kurdan de rewş çawa ye. Lê herwiha digot: “Ez nikarim bi eşkere behsa vî tiştî bikim, ji ber ku eger Kerkûk bixwaze dê Besra jî bixwaze. Herçend xaleke destûrî ye lê hizib li gel bi herêmabûna Kerkûkê nînin. Tenê ji wê xala destûrê re jî mabe ew nikarin dijitiya vê yekê bikin. Nexwe divê destûrê biguherin.

Wate te ev ji hemû aliyan re şirove kiriye lê maye desthilata siyasî ya Kurd. Gelo niha nêrîna serkirdetiya Kurd derbarê vê yekê de çi ye? Weke mînak te Serok Mesûd Barzanî jî dîtiye di van demên dawîn de, nêrîna wî çi ye li ser vê xalê?

 Kak Mesûd çend caran hate Kerkûkê. Cenabê Mam Celal jî ku çend caran hatibû Kerkûkê, qet li dijî wê yekê nebû ku Kerkûk bibe herêmeke serbixwe. 2006ê li gel rojnamevanê Tirk Cengîz Çandar jî hevpeyvînek kiriye û di wir de dibêje, divê Kerkûk yan vegera ser Herêma Kurdistanê yan jî divê bibe herêmeke serbixwe. Kak Mesûd bixwe jî çenda caran ji xelkê Kerkûkê re gotiye, hûn bixwe biryarê didin. Lê herwiha Kak Mesûd tekez jî kiriye, ku pêwîste nasmnameya Kurdî ya Kerkûkê were parastin. Bi herêmbûnê nasnamyeka Kerkûkê ya Kurdîbûnê jê naçe.

Wate eger wiha be Madeya 140 bidawî dibe?

 Nexêr, tu vê pêngavê davêjî heta Madeya 140 cîbicî dibe. Lê niha ji bo cîbicîkirina vê madeyê pêwîstî bi referandûmê heye. Niha sê bijarde hene; Kerkûk li ser Bexdayê ve be, yan vegere ser Kurdistanê yan jî bibe herêmeke serbixwe. Bi nêrîna min eger îro giştpirsî were kirin dê xelk dengê xwe bide serxwebûna Kerkûkê.

Baş e, kî niha rêgire û kî nahêle ji bo gihiştina çareseriyê referandûm neyê kirin? Kurde asteng in li hember çareseriyê?

 Berovajî, piraniya Kurdan dixwazin ev rewş biguhere û rewşa Kerkûkê asayî bibe. Îro di asta yekemîn de hikûmeta Iraqê asteng e, ji ber ku wan hêza leşkerî aniye. Lê ew kes bûn sedem ku roja 16ê Cotmeha 2017ê ew hêz weirn nav Kerkûkê, Xurmatû û Xaneqînê. Herçend îro ew bi xwe hewar dikin û dibêjin werin em bi hev re Kerkûkê xilas bikin lê berî wiha nedigotin. Eger bête bîra we, heta heyva yekemîn jî digotin, rewşa Kerkûkê aram e. Herwiha li hinek cihan gotibûn ku tenê Necmedîn Kerîm û PDK dibêjin rewşa Kerkûkê xirab e. Lê em dibînin ku îro xelkê Kerkûkê di çi rewşê de dijîn.

Tu niha jî gelek caran xelkê Kerkûkê dibînî. Wek kesek bêalî, bi zarê xelkê wî bajarî, rewşa niha ya Kerkûkê çawa ye?

 Îro jî xelkê navenda Kerkûkê û navçeya Daqûqê hatine cem min. Xelkê Kerkûkê îro dinalin.

Ji ber çi dinalin, rewş çawa ye?

 Ya yekemîn, Kerkûk tê bierebkirin. Bi taybetî ji nîştecihên aliyê Duz û Xurmatû re her roj ferman tê û dibêjin divê hûn van deran vala bikin, ku bi hezaran malbat li wan deran hene. Dema ez parêzgar bûm fermanên wiha ji me re jî dihatin lê bersiva me wiha bû; “ev der mal û milkê bav û bapîrên wan in, cihên wan hatine bierebkirin û paşî vegeriyane. Lê eger hûn dibêjin ev mûharemata petrolê ye tekez bikin.” Di dema Saddam de bi navê mûharemata petrolê xelk ji cihên wan dihatine vederkirin. Lê eger komîsyonek bêalî hat û got, birastî jî ev wiha ye, hingî bila xelkê qerebû bikin, ji wan re xanî çêbikin û erd jî bidin wan, paşî. Ji ber ku piraniya wan cotkar in. Binerin îro di rêveberiya Kerkûkê de Kurd nemane, hemû hatine derxistin. Her îro parêzgarê bi wekalet nivîsînek derxistiye û dibêje li hemû rêveberiyan ji bo dadperwerî hebe parvekirin dê ji sedî 32 be ji bo hemû neteweyan. Ez li dijî sedî 32 bûm.

Di dema Mam Celal de pêşniyara wî ji sedî 33 bû…

 Dema Mam Celal de rêjeya Kurdan li Kerkûkê kêm bû, wate yên hatibûne vederkirin venegeriyabûn, lewma wiha digot. Lê ez li dijî vê yekê bûm û cîbicî jî nekir. Çima? Ji ber ku rêjeya Kurdan li Kerkûkê ji sedî 50yê zêdetir e. Eger tu ji sedî 32 bidî, mafê kî heye ji sedî 20 heta 24ê din ji hemû rêveberiyan bêpar bike? Ji bilî vê yekê, îro li wir leşker wate Heşda Şeibî hikûm dike. Çi gava bixwaizn herim malekê diçin û çi bixwazinjî dikin.

Lê hinek dibêjin Heşda Şeibî derketiye, bi leşkerî nayê birêvebirin û bi medenî di têbirêvebirin?

 Heşda Şeibî niha jî di nav Kerkûkê de ye û ew dê wiha dibêje rast nabêje. Polîsê Federal tev de Heşda Şeibî ne, tev jî endamên rêxistina Bedir û rêxistinên din in. Herwiha binere îro li Kerkûkê erd di destê dewletê de nemaye, dest danîne ser hemû erdên dewletê û di nava xwe de bi pere parve kirine. Li rewşa xizmetguzariya Kerkûkê binere, paqijiya bajêr binere. Ez pêşniyar dikim nûnereke xwe bişînin ku neyê naskirin û bila ji we re raporteke baş bîne da ku xelk bizane rewşa Kerkûkê çawa ye.

Te got xelkê Kekûkê dibînî, bi çi niyazê dibînî? Dixwazî vegerî Kerkûkê, gelo rêxistina navxwe we heye?

 Nexêr, ti rêxistineke me yê navxweyî nîne, em tiştan bi veşartî nakin, eşkere dikin. Ji bo hûn jî bizanin, piranî alîgirên YNKê yên Kekrûkê tên cem min lê YNKyî ji hemû kesan zêdetir dinalin. Ji ber ku ew li wir mane û her car jî tên dibêjin, tiştek di destê me de nemaye. Madem tiştek di destê we de nemaye çima hûn hê jî li wir in? Min ji serkirdeyên PDK û YNKê jî xwestiye ku rewşa Kerkûkê asayî bikin.

Nêrîn û pêşniyara cenabê te ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê çi ye?

 Asayîkirina rewşa Kerkûkê divê merceke me yê sereke be ji bo beşdarbûna Kurdan bo hikûmeta Iraqê. Ji bo asayîkirina rewşa bajêr jî ez pêşniyar nakim ku wek beriya 16ê Cotmehê be lê bila wek beriya hatina DAIŞê, wate beriya 2014ê be. Wê demê lîwayên pêşmerge li Kerkûkê bûn, hêzên leşkerî di nav bajêr de nebûn, Heşda Şeibî ji xwe qet nebû. Bila ew hêzên leşkerî derbikevin û asayîş jî bi nav û awayeke nû were birêxistinkirin, bi awayekî be ku xelkê hemû navçeyên Kerkûkê û neteweyên bajêr di nav de be. Herwiha ev asayîş rasterast bi parêzgarê Kerkûkê û Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê ve girêdayî be.

Derbarê vê nêrînê de cenabê te li gel aliyên din gotûbêj kiriye?

 Belê me gotûbêj kiriye.

Kî ji vê yekê razî ye, ji gel, Amerîka, serkirdeyên Kurd?

 Min li gel serkirdetiya Kurd jî axiviye û wan jî ev pêşniyara çareseriyê baş dîtine.

Başe çima pêk naynin? YNK û PDK niha serkirdetiyê dikin, çima ew vê yekê nakin?

 Mûxatabê pirsgirêkê Bexda ye.

Niha YNK û PDK ji bo destnîşankirina parêzgarekî li hev nakin?

 Nexêr, pirsgirêk ne ev e, Bexda ye. Nexwe parêzgarê Kerkûkê heye.

Cenabê te parêzgar e?

 Belê. Ji ber ku li gorî yasayan hilbijartina parêzgar hatiye kirin û ez hatime hilbijartin. Tişta ku Bexdayê kiriye ne bi hiqûqî ye. Parêzgeha Kerkûkê li gorî qanûna Bremer dimeşe û li gorî wan qanûnan jî encûmena parêzgehê parêzgar hildibijêre.

Baş e amerîkî çawa li vê mijarê dinerin?

 Bi baweriya min yek ji hewldanên Amerîkayê niha ew e, ku pêşmerge û artêşa Iraqê bi hev re parastina navçeyên naokok bikin.

Nêrîna YNKê ya di vê derbarê de çi ye?

 Ez li gel Kak Kosret diaxivim, ku yek ji berpirsê herî mezin ê vê partiyê ye û nêrîna wî jî ev e. Lê birastî mirov siyaseta YNKê fêm nake, ji ber ku rojek ji bo rojeke din û ji kesek heta kesekî din diguhere.

Nêrîna serkirdeyên kerkûkî yên nav YNKê çi ye?

 Yên ez wan dibînim tev de li gel min hemnêrîn in.

Ti hewldanek heye ji bo cenabê te bi rêkeftin vegere Kerkûkê?

 Haya min ji tişteke wiha nîne, ger bibe ev dê di nav hevdîtinên PDK û YNKê de were ziman. Lê divê nêrîna aliyên din jî wek mîna Goran, Yekgirtû, Komel, Komûnîst, Sosyalîst li ber çav were girtin.

Cenabê te wisa axivî, ku êdî ne endamê YNKê yî. Niha ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê proseya bangaşeyê birêve diçe. Çima tu di nav bangaşeya YNKê de nayê dîtin? Tu êdî ne endamê YNKê yî yan tişteke din heye?

 Birastî bêjim, ji bilî peywendiyên dostanî yên li gel hin endam û serkirdeyan, wek mînak li gel Kak Kosret ti peywendiyeke min ê fermî li gel YNKê nemaye. Piştî 16ê Cotmehê beşdarî ti civîneke YNKê nebûm û ji bo beşdarbûnê jî ez nehatime vexwendin. Birastî jî ez bangaşeyê ji bo YNKê nakim. Aliyek di nav YNKê de derketin, ku ne serkirde bûn, ne politburo û ne jî endamên encûmena navendî bûn, ev karesat bi ser Kerkûkê de anîn. Li ser vê yekê û li gel wan kesan jî ti lêkolînek nehate kirin. Ez nikarim berevaniya wan bikim. Sibe herim nav xelkê, bi taybetî nav koçberên Kerkûkê û bêjim deng bidin YNKê ma dê ji min nepirsin ka em çima li vir in, çima wiha bi serê me de hat?

Hinek dibêjin dibe Necmedîn Kerîm bûye PDKyî?

 Nexêr. Lê ev ji bo min ne şerm e, eger biryareke wiha bidim û PDK jî min qebûl bike, soz didin beriya hemû kesan dê ji te re bêjim. PDK partiyeke xwedî ezmûn e, xwedî şehîd û xebat e, rojek ji rojan ez PDKyî jî bûme û dema PDKê serkêşiya şoreşê dikir min pêşmergetî jî kir. Îro ez ne PDKyî me lê dostê min heye di nav PDKê de, gelek rêzê ji Serokê PDKê re digrim ku serokê Herêma Kurdistanê jî bû. Birastî jî eger ew berevaniya piştî 16ê Cotmehê ya li Pirdê û aliyê Mûsilê neba, dibe îro min û te me nekarîba li vir vê dîdarê bikin. (Rûdaw)