Berdevka wezareta derve ya Emerîka Heather Nauert pîrozbahîya hilbijartinên Kurdistanê kir û diyar kir ku bi awayekî demokrarîk bi rêve çûn.
Nauert di konferanseke rojnamevanî de hêvî kir ku hikûmeta Kurdistanê di demeke zû de were avakirin û bi dûr nekeve.
Nauert her wiha got, Emerîka ji nêzîk ve çavdêriya hejmartina dengan û encaman dike.