Adil Ebdulmidî weke serokê wezîrê nû yê Îraqê dest bi kar kir. Serokwezîrê berê Heyder Ebadî weke her tiştê din, malpera fermî ya hikûmetê jî teslîmî Ebdulmidî kir.
Lê piştî 3 rojan, Ebadî û grûpa xwe ya IT dest danîn ser malpera hikûmetê û û wêneyên Ebdulmidî ji ser rakirin û yên Ebadî danîne ser.
Di van wêneyan de, çalakiyên Heyder Ebadî li ser malpera fermî ya hikûmeta Îraqê hatine belavkirin, weke serokwezîr.