Serrûpel Nûçe Frensa biryara girtina serokê istîxbarata Sûriyê Lîwa Elî Memlûk derxist

Frensa biryara girtina serokê istîxbarata Sûriyê Lîwa Elî Memlûk derxist

Belav bike

Dadgeha Frensa biryara girtina 3 generalên istîxbarata Sûriyê derxist, yek ji wan Lîwa Elî Memlûk e (72), ku gelekî nêzîkî serokê Sûriyê Beşar Esed e.

Elî Memlûk, serokê Encumena Asayîşa Netewî ye, yek ji kesên herî bi hêze li Sûriyê.

Memlûk ligel generalên din yên hikûmeta Sûriyê ji aliyê dadgeheke frensî ve weke sûcdarên şer hatine naskirin.