Serrûpel Nûçe Sefîn Dizeyî: PKK guh nade banga me

Sefîn Dizeyî: PKK guh nade banga me

Belav bike

Tirkiyê gundên Kurdan li başûrê Kurdistanê ji ber hebûna PKK bombebaran dike û gelek kesên sivîl di encamê de dibin qurbanî.

PKK li gundên başûrê Kuridstanê çi dike heta niha nayê zanîn.

Tirkiyê dibêje armanca wan ne ewe ku zerarê bigihînin xelkê sivîl, lê PKK xelkê sivîl ji xwe re bi kar tîne û wan weke mertal dide pêşiya xwe..

Berdevkê hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî dibêje ku PKK bihaneyan ji Tirkiyê re hicetan peyda dike, ku axa Kurdistanê bordûman bike.

Dizeyî her wiha ji K24 re got ku PKK her demê xeterê li ser xelkê çêdike.

Dizeyî diyar kir ku wan gelek caran ji PKK xwestine ji wan deveran derkeve, lê PKK guh nedaye daxwaza hikûmeta Kurdistanê.