Serrûpel Nûçe Mesrûr Barzanî dibe serokwezîrê Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî jî dibe serokê herêmê

Mesrûr Barzanî dibe serokwezîrê Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî jî dibe serokê herêmê

Belav bike

Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bo ji posta Serokwezîrê Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî ji bo posta Serokê Herêma Kurdistanê kire kandîd.

Îro Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî ji bo çend pirsên girîng civiya bû.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed piştî bidawîbûna civîna PDKê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Mesrûr Barzanî wek Serokwezîrê Kurdistanê hate kandîdkirin, her wiha Nêçîrvan Barzanî weke serokê herêma Kurdistanê hate kandîdkirin.

Mesrûr Barzanî

  • Mesrûr Barzanî sala 1969an ji dayîk bû ye.
  • Sala 1985 di temenê 16 saliya xwe de bû Pêşmerge û beşdarî Şoreşa Gulanê bû.
  • Sala 1987an xwendina amadehiyê li Îranê temam kir.
  • Sala 1997an bekeloryos li beşê Xwendina Navdewletî ji Zanîngeha Amerîkî li Washingtonê wergirt û di heman zanîngehê de bo Master di warê aştî û çareserkirina krîza de xwendiye.
  • Sala 1998 vegeriya Kurdistanê.
  • Di kongreya 12 a Partiya Demokrat a Kurdistanê de ji bo serkirdatiya wê partiyê û piştre wek Endamê Polîtburoyê hat hilbijartin.
  • Sala 1998an bû Rêvebirê Giştî yê Ajansa Parastina Kurdistanê.
  • Sala 2005an Dezgeha Xêrxwaziya Barzaniyê Nemir damezrand.
  • Mesrûr Barzanî, bavê 3 kur û keçekê ye wî hene.
  • Zimanên Kurdî, Îngilîzî, Farisî û Erebî dizane.