Li gor rojnameya emerîkî Washington Post, duh roja sêşemê, wezareta berevaniya Emerîka Pentagon biryar stand ku di demeke nêzîk de, hemû hêzên xwe, ku derdora 2 hezar serbazin, ji Sûriyê vekişîne.
Ajansa Reuters jî li ser zimanê berprisên Amerîkî eşkere kir ku Emerîka difikire hemû hêzên xwe ji Sûriyê bikişîne.
Serokê Emerîka Donald Trump jî got: Me li Sûriyê Daiş şikand û mayîna me li Sûriyê tenê ji bo şerê li dijî Daişê bû.