Serkirdeyê YNKê Mele Bextiyar got, nedibû Amerîka bi vî awayî hevalbendên xwe bicî bihêle û ji Sûriyê derkeve.
Mela Bextiyar di hevpeyvîneke xwe de ligel televîzyona Rûdaw PYD jî rexne kir û got, wan gelek caran daxwaz ji PYDê kirine ku siyasetên xwe li Rojavayê Kurdistanê biguherin û ligel aliyên din ên Kurdî kar bikin û pêwendiyên xwe bi hêz bikin, her wiha rêkeftinên Hewlêr û Duhokê pêk bînin, lê hemû daxwazên wan dihatin piştguhxistin û PYD weke xwe dikin.