Endamê serkirdetiya PDKê dibêje, problema sereke di navbera YNK û PDK de ewe ku YNK li ser sîstema kevin îsrar dike, PDK jî vê yekê qebûl nake.
Xesro Goran ji radyoya Dengê Emerîka re got: Tu partiyê Kurdistanî naxwazin bibin opozîsyon, hemû dizwazin di nava hikûmetê de cih bigirin, baş e, wê demê divê her partiyek li got mezinbûna xwe di hikûmetê de cih bigire.
Goran got, YNK dixwaze weke berê sîstema Fîftî – Fîftî be.
Lê ew sîstem nema, ji ber ku êdî YNK ne Fîftî ye.
3 meh di ser hilbijartinên parlamana Kurdistanê re derbas bûn.