Serrûpel Magazîn Şahîn Soreklî: Tiştê Australya da min welatekî din neda min

Şahîn Soreklî: Tiştê Australya da min welatekî din neda min

Belav bike

Rewşenbîr û nivîskar mamoste Şahîn Soreklî di sala 1965 de ji bo xwendinê berê xwe da Ewropa û di dawiya sala 1968 gihîşt Australya.
Mamoste Şahîn di dawiya 1977ê de xwendina xwe ya bilind li Zanîngeha Macquarie kuta kir. Ew bi salên dirêj li Wezareta Perwerdeya NSW wek mamoste û şêwirmend kar dikir.
Yekem bernameya radyo ya bi zimanî Kurdî li Sydney li dezgeha Radyo 2SERFM ji sala 1982-1983 pêşkêş dikir. Di sala 1984 an de bernameya Kurdî ya Radyoya 2EA ku nuha SBS e damezirand. Mamoste Shahîn Soreklî di sala 2015 de SBS Radyo beşê Kurdî ku ew berpisê bernameyê bû piştî 33 salan li cih hîşt û derket teqawîtê.

Gelo jiyana pênce salan li Australya bo mamoste çi wateyê dide û helwêsta wî li hember çiye? Ji bo em bêtir li ser jiyana wî ya pênce salan li Australya bizanibin me hevpeyvînek bi mamoste Şahîn Soreklî re pêk anî.