Polîsên leşkerî li Efrînê Endamê komîteya navendî ya PDK-S Hisên Îbîş girtin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Hisên Îbîş ku weke Bavê Kawa tê naskirin, di heman demê de serokê encumena herêmî ya ENKS ye li Efrînê.
Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, ew kes ji ber sedemên heta niha ne diyar hatiye girtin û kesek nizane bê çarenivîsa wî çi ye.
Li gor wê rêxistinê duh jî roja şemî, endamên encumena herêmî ya ENKS li Efrînê Mihemed Elî Rida hatibû girtin, lê îro bi kefalet hate berdan.