Serrûpel Magazîn 2000 zarokên Efrînî mezintirîn tabloya cîhanê çêdikin 500 metreyan dirêj e

2000 zarokên Efrînî mezintirîn tabloya cîhanê çêdikin 500 metreyan dirêj e

Belav bike

Li Şeheba zarokên Efrînê, mezintirîn tablo li cîhanê çêdikin, dirêjiya wê 500 metre ye, yanî nîv kîlometrek û 2 hezar zarok têde beşdar dibin.

VÎDYO

Ajansa Rûmaf û ronakbîrên Efrînê bi hev re projeya mezintirîn tablo amade dikin.
Tablo ya hunermend Henîf Hemo ye, ew serpereştya projeyê dike, lê bi destê zarokan tê çêkirin. Zarokên ku di çêkirina tablo de amade dibin, temenê wan di navbera 6-13 salan de ye.

Tablo êşa Efrînê nîşan dide, di tabloyê de, ji xeynî Efrînê behsa 8 salên şer yê Sûriyê jî tê kirin.

Di nava vê projeyê de kişandina fîlman jî hene, di wan fîlman de jî bêhtirî 3 hezar zarokên Efrînê beşdar dibin.

Fîlma li ser êşa Efrînê derhêneriya wê Heysem Mistefa dike.

Îro amadekariya çêkirina tablo temam dibin, sibe jî bi fermî dest pê dike.