Îro duşemê, serok Mesûd Barzanî telefon ji bavê Mihemed re, Hemîd Mihemed vekir û li halê Mihemed pirsî û got: Çi were xwestin emê bikin.
Serok Barzanî di telefonê de hevxemiya xwe anî ziman û got, ewê tu kêmasiyan li hemberî Mihemed nekin, çi were xwestin ewê bikin.
Mehemed (13 salî) yek ji zarokên birîndare, ku li Serê Kanî di encama bomberana balafirên Tirkiyê de şewitîbûn. Doktor dibêjin, balafirên Tirkiyê çeka fosfora spî avêtibûn, ku çekeke qedexekirî ye.