Serrûpel Nûçe Heyder Şeşo: Divê aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê hevdu qebûl bikin

Heyder Şeşo: Divê aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê hevdu qebûl bikin

Belav bike

Serokê Partiya Demokrat a Êzdî û Fermandeyê Hêza Êzîdxan Heyder Şeşo ragihand, doza Kurdî li kîjan perçeyî heger gihîşt astekê ku mafên xwe bidest bîne û bibe xwedî biryara, li ser asta navdewlet û herêmî plan li dijî wê tên dariştin.

Serokê Partiya Demokrat a Êzdî Heyder Şeşo di çarçova beşdariya di bernameya “Rojev” a Kurdistan24ê de ragihand, êrîşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê, bandora wê li ser hemû Kurdan kir û bi taybetî bandor li ser xelkê Şingalê. Li gor rêkeftina Rûsî – Tirkî, dibe ku herêma bê avakirin bigihe sînorê Iraq û Şingalê. Metirsî jî ew e, Tirkiye bihaneyan bigire û bibêjie ku hin hêzên Rojavayê Kurdistanê yan hêzine din li Şingalê hene û êrîş Şingalê jî bike.

Şeşo amaje bi navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kuridstanê kir û got: Metirsiyeke mezin heye, ku navçeyên Kurdistanî yên Rojavayê Kurdistanê yên li derveyî “herêma ewle” bimînin, ji Kurdistanê bên qetandin, wek çawa ji Xaneqîn û ta bi Şingalê li derve bimîne û Kurdistan ji hev bê qetandin.

Li ser yekrêziya aliyên Kurdistanî Heyder Şeşo got: Hêvîdar in aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê nakokiyên xwe bidin aliyekî û yekrêz bibin, ta vê qonaxê derbas bikin, ji ber ku bi sedema nakokiyên Kurdan dibin, destkeftên xwe jidest didin. Herwiha sûdê ji ezmûnên bûrî bibînin û dubare nekin.

Amajie bi helwestên navdewletî kir û da zanîn jî, aliyên navdewletî û welatên cîhanê di pileya yekem de li berjewendiyên xwe digerin, ne li berjewendiya gelê Kurd, 8 sal in aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê nekarîn hevdu qebûl bikin û bi hev re kar bikin û berjewendiyên gelê xwe danin ber çavên xwe. K24