Serrûpel Nûçe Graham ji Erdogan re got: Ez bi vîdyo nîşanî te bidim bê...

Graham ji Erdogan re got: Ez bi vîdyo nîşanî te bidim bê ka hêzên te çi anîne serê Kurdan

Belav bike

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham ku beşdarî civîna di navbera Donald Trump û Recep Tayyip Erdogan de bûbû, gotûbêjeke navbera xwe û Erdogan aşkere kir ku têde bi tundî Tirkiyê rexne kir û got, wî ji serokomarê Tirkiyê re gotiye: Ez jî bi vîdyo nîşanî te bidim bê ka hêzên te çi anîne serê kurdên Sûriyê.

Graham dibêje, Erdogan xwest bi vîdyo behsa pêwendiyê di navbera PKK û YPG de bike, wî jî gotiye: Dest ji dîrokê berde, ez ne li vê derê me da behsa dîrokê bikim. Aliyê ku di şerê li dijî DAIŞê de qurbanî daye, kurd û HSD ne, ne Tirkiye. Wan 10 hezar kuştî û birîndar dane.Serokomarê Tirkiyê ji vê yekê gelekî aciz bûye.