Serokê Pêwendiyên Derve yê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriye (ENKS) Kamîran Haco got hevdîtina wan ligel Cîgirê Wezîrê Derve û Nûnerê Serokê Rûsya ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya Mîkhaîl Bogdanov li Hewlêrê gelekî girîng bû.
Haco diyar kir ku piştgiriya mafê gelê Kurd li Sûriyê kir, û daxwaza yekrêziya gelê Kurd kiriye.
Kamîran Haco got, hewldan û însiyatîva fermandarê HSD Mezlûm Kobanî gavên erênî ne û ew insîyatîv di xetere rast de ye, tiştên bê kîmasî jî tune ne, lê divê gavên piştî însiyatîvê jî bêne avêtin…”
Di hevpeyvîneke xwe de ligel K24 Kamîran Haco got, “Pirs û pirsgirêk hene, lê dive em Kurd bi hev re biaxifin, ji bo ku bizanibin bi hev re berê xwe bidin ku? Dem jî zêde tune ye. Ez bawer im di demek nêzîk de, gavên ciddî wê werin avêtin…”