Serrûpel Nûçe Pisporê PKK Hoşeng Osê gelek esraran li rojavayê Kurdistanê eşkere dike –...

Pisporê PKK Hoşeng Osê gelek esraran li rojavayê Kurdistanê eşkere dike – foto

Belav bike

  • Nivîskar û rojnamevanê Kurd Hoşeng Osê, ku pisporê karûbarê PKK ye, dibêje Amerîka navê 3000 çekdarên ne xelkê Sûriyê di nava YPG û HSD de daye Mazlûm Kobanî, ji bo ku wan ji nava xwe derxîne, ew ser bi Qendîlê û PKK ve ne.

  • Her wiha li ser rûpela xwe ya Facebookê dinivisîne ku, di bin zexta Amerîka de, berpirs û fermandarê PKK Sabrî OK, ku yek ji damezrênerên PKK ye û yek ji kesayetiyên herî bi hêz e, ji rojavayê Kurdistanê hatiye derxistin.

  • Elî Şêr, ku kadroyekî PKK ye û ji bakurê Kurdistanê û berpirsê yekem bû yê petrol, sînor û hemû aboriya rojavayê Kurdistanê û gelek kesên nêzîkî wî ji kar hatiye bi dûrxistin.