Serrûpel Nûçe Kurdistanê dermanê Korona çêkir

Kurdistanê dermanê Korona çêkir

Belav bike

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, ewê dest bi bikaranîna wî dermanî bikin ku şîrketeka Kurdistanî bo nexweşiya Koronayê çêkiriye.

Berdevkê wezareta tenduristiya Kurdistanê, Dr. Mihemed Qadir ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, şîrketeka Kurdistanî dermanê nexweşiya Koronayê çêkiriye.

Dr. Mihemed Qadir her wiha gotiye, ew derman dê li Kurdistan û Iraqê bo nexweşên Koronayê were bikaranîn.

Şîrketa çêkirina dermanan ya bi navê “Awamedica”, ku navenda wê ya serekî li Hewlêrê ye, ragihandiye ku dermanê nexweşiya Koronayê çêkiriye. Navê wî dermanî jî “Fabivir” e û li ser nimûneya Rûsî hatiye çêkirin.  Bas