Serrûpel Nûçe Sedema teqîna Bêrûtê eşkere bû

Sedema teqîna Bêrûtê eşkere bû

Belav bike

Serokomarê Lubnanê û herwiha Rêveberê Gitşî yê Asayişa Lubnanê sedema teqînên mezin ên li Beyrutê eşkere kirin û dibêjin, sedema teqînan 2750 ton Nîtrat Ammoniyum bûye, ku li bendera Beyrutê hatibû embarkirin.

Serokomarê Lubananê Mîşêl Ewn ragihand, ku teqîn ji ber embarkirina 2750 ton madeya Nîtrata Ammoniyum li depoyeke bendera Beyrutê bûye û diyar kir, embarakirina ewqas Nîtrata Ammoniyum bê ti tedbîrekî neyê qebûlkirin.

Mêşêl Ewn soz da, ew dê kesên berpirs û xemsar di ber wê bûyerê de bi tundtirîn şêwe ceza bikin.

Ewn herwiha got, pêwîst e bo dema 2 hefteyan rewşa awareta bihê ragihandin û daxwaza civîneke bilez a encûmena wezîran kir.

Rêveberê Giştî yê Asayişa Lubnanê, Ebas Ibrahîn jî ragihandiye, ku ew rêjeya mezin a madeya Nîtrat Ammoniyum ku li bendera Beyrutê bûye, di rê de bûye bo Afrîqayê.

Wezîrê Navxwe yê Lubnanê jî daye xuyakirin, dema çend salan bûye ku madeyeke teqînê li wê depoya bendera Beyrûtê embarkirî bûye.

Televîzyona Al Jadida ya Lubnanî jî ragihandiye, dema 6 salan bûye ku ew madeya metirsîdar li wê depoya bendera Beyrutê bûye.

Duh du teqînên li pey hev Beyrût a paytexta Lubnanê hejandin. Li gor zanyariyên fermî yên ji hikûmeta Lubnanê ve, di teqînê de heta niha 78 kesan canê xwe ji dest dane û zêdeyî 3700 kesan jî birîndar bûne, lê dibe ku rêje hêj jî zêdetir bibe.

Serokwezîrê Lubnanê Hesen Deyab îro Çarşemî weke roja Şîna Giştî li seranserê welat ragihand.

Nîtrat Ammoniyum madeyeke kîmwayî ye di warê çandiniyê de tê bikaranîn, lê di heman demê de dema ku gel madeyên din têkel dibe gelekî metrsîdar dibe û dibe sedema teqînên bihêz .

Ammonium Nitrate çî ye?

Maddeyeke hişk a bilûrî ye

Bi awayekî xwezayî diwere

Jê re tê gotin xwêya kevirî

Ammonium û tirşiya Nitric tevlîhev in

Ew madde bi mebesta kiştûkalî tê bikaranîn

Wek berhemhênerê Nitrogena axê tê bikaranîn

Beşekî wê yê serekî ji Anfo pêk tê

Anfo wek zeyta sotemeniyê tê binavkirin

Ew madde dikare wek maddeya teqemeniyê bê bikaranîn

Maddeyeke zindî ye û pileya germê ya bilind berhem tîne

Eger bo demekê hilgirî germiyekê derdixe ku dibe sedema derketina agir

Dema agir derdikeve pêdivî bi ti sedemeke derve nîne

Di dema derketina agir de oksijenê berhem tîne

Oksîjen berdewamiyê bi agir dide

Gaza bijehr a zêde derdixe û dema kom dibe diteqe

Ev madde berê ji aliyê artêşa Komara Îrlandayê ve hatiye bikaranîn (Rûdaw)