Serrûpel Nûçe Ciwanekî ji Kobanî ji ber ku îqame wernegirt li Belcîka intîhar kir

Ciwanekî ji Kobanî ji ber ku îqame wernegirt li Belcîka intîhar kir

Belav bike

Ciwanekî ji Kobanî, ji ber ku daxwaza wî ya mafê penaberiyê li çend welatên Ewropa hate red kirin, li Becîkiya xwe bidarve kir û dawî li jiyana xwe anî.

Duh roja Sêşemê 27 Nîsana 2021ê, ciwanê bi navê Hemûdê Îso yê 23 salî, ku ji gundê Girdê yê Kobanî bû, li mala xwe li Belcîkiya, di hemamê de bi werîsekî xwe daleqand û intîhar kir.

Hemûdê Îso, berî ku bighe Ewropa, ew şervan bû û di şerê Kobanî û Munbicê de birîndar bibû û ji bo dermankirinê çûbû Ewropayê.

Hemûdê Îso 2 salan li Yonanê mabû, û sal û nîvekê li Island mabû, pişt re berê xwe dabû Birêtaniya, lê yekser ji Brîtaniya hatibû vegerandin û piştî 3 caran li Belcîkiya daxwaza wî ya mafê penbariyê hate red kirin, wî biryar da intîhar bike, duh xwe bidarve kir û dawî li jiyana xwe anî.