Serrûpel Nûçe Jineke ji Kobanî ji aliyê çeteyan ve hate kuştin û bira û...

Jineke ji Kobanî ji aliyê çeteyan ve hate kuştin û bira û zarokên wê birîndar kirin

Belav bike

Rûken Elo Sîno (35 salî) dema ku ew zarokên xwe û birayê xwe ji Kobanî diçûn Qamişlo ji bo ku bavê xwe li nexweşxaneyê ziyaret bike, bi rê ve di navbera Hesekê û Reqa de, grûpeke çete ya çekdar ew girtin.

Çeteyan otomobîla wan sekinandin, hemû tiştên li cem wan hebûn bi zorê birin, piştre ew dane ber sîlehan. Rûken hate kuştin, bira û her  du zarokên wê jî birîndar bûn.