Serrûpel Nûçe Wezîrê kehreba Îraqê bi 800 mîlyon Dolar gendelî kiriye tenê 700 dolar...

Wezîrê kehreba Îraqê bi 800 mîlyon Dolar gendelî kiriye tenê 700 dolar ceza xwar

Belav bike

Desteya Destpakiyê (Nezahet) li Îraqê ragihand ku wezîrê kehrebê yê berê ku tê tewanbarkirin ku bi 800 mîlyon dolar gendelî kiriye, tenê bi 700 dolar hate cezakirin, ev jî bû sedema nerazîbûna xelkê Îraqê.

Wezîrê Kehreba Îraqê yê berê Luey El Xetîb û 30 berpirsên din bi gendeliyê hatine sûcdarkirin, lê wezîr tenê cezayê wî salek zindan (li derve dimîne) û mîlyonek dînar (700 dolar) bû.

Wezîr grêbesteke kehrebê bi 808 mîlyon dolar bi şîrketekê re îmze kiribû, piştre eşkere bûbû ku kar ne karê wê şîrketê bû ye.