Penaberên Kurd yên li Swêdê dimînin, ku Tirkiyê wan dixwaze dikarin biçin li Norwêcê mafê rûniştinê bistînin.
Rêveberiya Koçberan li Norwêcê got, penaberên ku pê dihesin jiyana wan li Swêdê ji aliyê Tirkiyê di metirsiyê de ye, yan jî ihtîmal heye ku Swêd wan radestî Tirkiyê bike dikarin biçin li wê welatî mafê rûniştinê wergirin.
Kesên ku ji Swêdê biçin Norwêc, divê destpêkê serî li mafê penaberiyê bidin.
Ji ber çalakiyên Kurdan li Swêdê û piştgiriya wê ji bo YPG û Rêveberiya Xweser û çalakiyên PKK li Swêdê navbera wê û Tirkiyê gelekî xerab bû ye.