Serrûpel Nûçe Hunermend Dilovan bû 70 salî (Rojnamevan Prîskê Mihoyî dinivisîne)

Hunermend Dilovan bû 70 salî (Rojnamevan Prîskê Mihoyî dinivisîne)

Belav bike

DENGÎ LI DINÊ BE, HUNERMEND DILOVAN!..

– Dihênijim li nîvê şevê,
– Zinge-zinga sazê wî tê.
– Kê ye distrê bi dil û can?
– Ezim, hunermend Dilovan!..

Gelo dengê vî hogirê minî dûr û derez ji ku tê? Ji berpala çîyayê Elegezê yan ji quntara Sîpanê Xelatê? Dibek tê ji deşta Bişêrîyê, yan jî ji beyarên Hewlêrê? Belkî ji Qamişloyê tê yan jî ji Mehabadê? Lê na, li xerîbîyê Dilovan ji bo min distrê!..

Sazê wî di guhê min da dike zingîn, dengê wî bilind dike qîrîn: «Perîşan, Perîşan!..», «Sîpan, Sîpan, Sîpanê Xelatê!..».

Wey, Dilovan, Dilovan!

Eva weke 55 salin stranên te ji bo me bûne Niştiman, hisret û heyr û can!..

Gelo mijara stranên Dilovan çîye? Bêguman, ew niştimanperwarî û netewperwarî ye. Ew van xusûsîyên girnabaha ra amin maye. Evîna berbi welatê kal û bavan û hizkirina berbi dayîkê zûva bûne bingeha sertacên starnên wî. Dayka wî welatê wî ye, evîna wî welatê wî ye, ruhê wî welatê wîye, rûmeta wî welatê wîye!

Ew bi navê welatê xwe va herdem serbilinde. Hema xût eve rênîşa hunermendîya Dilovan û ev hesîn jî roja-rojda bona wî bûye xwîn û qinêt, çira û şemdan!..

Dilovan (li malê, di nav heval-hogiran û bira-pismaman da wî ra dibêjin Mîxayîl, bi kurtî – Mîşa) 1-ê tebaxê sala 1953-a di maleke ocxzade û eşîr ya Zilfa Telê û dengbêjê gelêrî Reşîdê Baso da li Yêrêvanêye hatîye cîhanê. Pêşîyên Reşîdê Baso ji Tendûreka devera Qersê sala 1918-an ji ber zordarîya zulmkarên Roma Reş koçberî Ermenîstanê bûne. Ew berê li gundê Keleşbegê (navçeya Talînê) dihêwirn, lê piştî şerê cîhanêyî duemîn têne bajarê Yêrêvanê.

Dîhare, ku bavê Dilovan – Reşîdê Baso dengbêjekî bi nav û denge. Bêtirî 40 stranên wî îro di dengxana radyoya Yêrêvanê ya beşê kurdî da têne parsatinê. Lê ewî bêtirî 160 stran dizanibû.

Wek tê zanin, gelek û gelek dengbêjên radyoya meye Rewanê yên bi nav û deng hene: Şeroyê Biro, Karapêtê Xaço, Egîtê Têcir, Reşîdê Baso, Şevavê Egît, Efoyê Esed, Bêmalê Keko, Davîtê Xilo, Memoyê Silo û yên mayîn. Lê dengê Reşîdê Baso, yek jî yê Memoyê Silo dengên opêrayê bûn. Nefesa wan fireh bû, tê bêjî sewta wan ji gelîkî kûr hêdî-hêdî derdikeve, bilind dibe û li ber zang û latan dengvede û nava hewê da bela dibe, li ser çîya û banîya ra mînanî dengê qulingên baharê zîz perwaz dide…

Dilovan hela 10 salî bû, gava birayê wîyî mezin – Davîd rojekê wî ra gîtarê distîne û tîne. Davîd bi xwe jî sazbend û dengbêj bû. Dilovan tu Dilovan bî, sivê heta êvarê gîtarê dixe. Rojekê kalkê wî Baso gîtara wî dişkêne, dibê: «Çinge-çinga vê mîratê serê min bir!..». Paşê Davîd gîtareke dinê dikire. Vê carê Dilovan îdî di malê da nake «çinge-çing», ew sivê heta êvarê li ser xênî lêdixe (wê hênê ew li Yêrêvanê li  mehela Sarî Taxê diman. Li vê mehelê hemû avayî yên arizîye yeqatê û duqatê bûn)…

Hewasa Dilovan li ser hacetên sazbendîyê gelekî hebû, mêla wî pirr bû. Lema jî sala 1966-an bavê wî u`dê wîra tîne û ew fêrî wê jî dibe, pêra jî destpê dike distirê…

– Cara yekemîn, – Dilovan bîr tîne, – ez sala 1968-an di 15-salîya xwe da tevî birayê xwe Davîd û xalê xwe Têmûrê Telê li şeva ji bo 60-salîya Casimê Celîl rabûme li ser dikê-senê. Bêguman, ez mîna apê Casim nebûme şayîr, lê gelek sal du ra min helbestên hinek helbestvaên meye dinê kirne stran. Cara yekemîn – ew helbestên Egîtê Şemsî bûn: «Hey, kurdno!», «Hey, Kurdistan!», «Gula devê gêlî» û yên mayîn… Lê tu zanî, wekî strana Têmûrê Telê ya «Çavreş, çavreş bona te, ez ketime dero-der» li radyoya Rewanê sala 1970-î hatye qeydkirinê? Hema wê salê jî strana Davîdê birayê min – «Gulî zer, ay gulî zer, min xulama gulîyê zer» jî hate nivîsarê. Min û Davîd sazbendî dikir. Stranên mine pêşin, ku dû ra di radyoya me da hatne qeydkirêne, ev bûn: «Nermê, nermê, nermanê», «Henîfe», «Ax, lê, lê, zerî Asê». Xelîlê Evdilê meyê dixist, min him u`dê dixist û him jî distra,  lê Cemalê Usiv jî li min vedigerand…

Sala 1972-a Dilovan birne eskerîyê. Ger eskerî wê hênê 2 sal bû, ewî 3 sala qulix kir. Çima? Ji ber ku ew berîvan bû. Wan çaxa eskerîya berîvanan sê sal bû.

Sala 1975-an Dlovan eskerîya xwe li ser hevda anî, vegerya malê û wek dibêjin,  bû rewşa civîn û şevan, şayî û govendan. Ger şeva Nevrozê bûya yanê cejna kuloçê serê salê, Dilovan li wir bû. Tevî Egîtê Cimo, Xelîlê Evdile, Aramê Tîkran, dengbêj û sazbendên dinê dilê tamaşevan, bîner û beşdaran bi akil, awaz û hunera xwe va baristan dikir: distra, cimûşê û u`dê dixist.

Tê bîra min, gava em xwendekar bûn, sala 1977-an em diketine nava mehelên Yêrêvanê, ku qîz û xortan bona koma stran û reqasê bicivînine li ser hev. Weke 60-70 xort û keç kom bûn. Davîd û Mîşayê Reşîdê Baso wek hunermend bûn, him jî stranbêj. Camêrekî ermenî (mixabin, navê wî nayê bîra min) wek zanekî reqas û hunera kurdî gencên me dida fêrkirinê. Kom saz bû, mehekê-duda şunda xwendekarekî meyî qelp, ku xwe dewsa «welatparêzekî mezin» danî bû, gevestî li ber dewletê kir: «Ne reqase, ne hunere, her netewperestî serê xwe li wê komê bilind dike!»… Û dewletê ew koma me dada!

Hema wê salê Dilovan çû Tbîlîsê û li wir di şaya û şeva da pêşda hat. 7 sala dû ra, sala 1984-a bi hereketê wî û dengbêja ermenî Sûsana Gêvorkyanê komeke kilam-reqasêye delal ya bi navê «Parvana» hate sazkirinê. Dilovan û Sûsanayê, her usa jî dengêjên dinê bi gelek zimanan stranên gelêrî digotin: bi kurdî, ermenî, gurcî, rûsî, hindî, erebî…

Payîza sala 1990-î dewraneke efrandarîyêye nû li ber Dilovan vebû: ew çû Avropayê (xudanê van xetan şadê wê yekê ye). Li Bonnê ew tevî koma «Hunerkomê» bû. Bi rastî, gelek zîrek û zaneyên hunervanîya kurdî li wira civya bûn: Aramê Tîkran, Şemdîn, Xelîl Xemgîn, Diyar, Eylem, Zozan, Kawa, Seyîdxan û yên mayîn. Paşê bi herdem bi mêvanî dihatine vira Kazo, Fatê, Xêro, Bedîl û gelekên dinê.

Eva nêzîkî 33 salane, ku Dilovan li Avropayê dijî û diefrîne. Di nava hunermendîya xwe da ewî bêtirî 155 stran sêwirandine. 11 albomên wî derketine. Di wan alboma da 128 stran hatine wergirtinê.

Dilovanê Reşîdê Baso û Nîgara Huseynê Cindo çar zaroyên aqil û kemal mezin kirine û bi ruhê netewhizîyê perwerde kirine: Nûrê, Zînê, Reşo û Fêrik. Ji wana Nûrê û Reşo xudanên xwendina hunerîyêye bilindin. Deng û seda wan jî îro zor dîhare.

Ew îdî 70 salî ye.

Em roja bûyîna wî pîroz û bimbarek dikim bi dil û can!

Bila dengê te herdem li dinê be, hunermend Dilovan!

Prîskê Mihoyî,
– Karmendê berê yê rojnama «Rya teze» (Yêrêvan),
– Rojnamevanê emekdar yê Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya).