Serrûpel Nûçe Nivîkarê Kurd Firat Cewerî xelata Akademiya Siwêdî ku Nobelê dide wergirt

Nivîkarê Kurd Firat Cewerî xelata Akademiya Siwêdî ku Nobelê dide wergirt

Belav bike

 

Nivîskarê kurd Firat Cewerî xelata Akademiya Swêdî ji bo danasîna çanda Siwêdê li derve wergirt.

Akademiya Siwêdî “Svensk Akademien” li ser malpera xwe nivîsand ku wê xelata xwe ya sala 2023 ji bo danasîna çanda Siwêdê ji ji bo derve bide nivîskarê kurd Firat Cewerî û Massimo Ciaravolo yê Îtalî.

Ev xelat ji sala 1992 ve tê dayîn.

Firat Cewerî nivîskarekî Kurd yê naskirî ye, ji ciwaniya xwe de di nava nivîsandina bi zimanê Kurdî de ye, bi xwe ji Dêrika Çiyayê Mazî ye (bakurê Kurdistanê).

Ew bêhtir bi weşandina kovara NÛDEM hate naskirin. Di adara 1992 NÛDEM weşand.

Firat Cewerî heta niha 20 pirtûk nivîsandine, 20 jî wergerandine kurdî, her wiha pirtûkên wî ji bo swêdî û tirkî, almanî, îtalî, erebî û farisî jî hatine wergerandin.