Serrûpel Hevpeyvîn Hevpeyvînek ligel Altan Tan

Hevpeyvînek ligel Altan Tan

Belav bike

Hêmin Xoşnaw


Hewlêr (Rûdaw) – Ji 23ê meha borî ve parlementerê kurd Altan Tan di rojeva Tirkiyeyê de cihekî taybet girtiye. Ji ber ku ew yek bû ji wan sê parlementerên BDPê ku li Îmraliyê Ocalan dîtin. Altan Tan hefteya borî bi şandekê re hat Başûrê Kurdistanê û nameya Ocalan gihand Qendîlê. Di vê hevpeyvîna ligel Rûdawê de Altan Tan zanyariyên derbarê rewşa Abdullah Ocalan di zindanê de dide û diyar dike ku Abdullah Ocalan pîr bûye. Altan Tan herwiha asoya danûstandinên di navbera hikûmeta Tirkiyeyê û Abdullah Ocalan de şîrove kir.

 

Rûdaw: Proseyekê dest pê kiriye, dilê gellek kesan xweş kiriye. Hûn jî akterekî proseya danûstandinê ne, li gor we prose çawa birêve diçe?

Altan Tan: Min ji Tirkan re got, hûn dixwazin pirsa kurd çareser bikin an na? Ev pirsyara yekem bû. Min got eger niyeteke we ya bi vî rengî heye, bêguman divê bizanin ku ew çareserî bi rêya me wek siyasetmedarên kurd tê bicihanîn. Divê em herin Îmraliyê. Divê em herin Qendîlê û herwiha divê bi berdewamî danûstandina me bi we re hebe. Em û ew, ango AKP. Dawî gihiştin wê qinyatê. Kurd dibêjin: “Ji nîve ziyanê jî vegerî, qezenc e.” Gellek kes bûn qurbanî, me gellek sal vala derbas kirin, heta em gihiştin vê qonaxê, lê dîsa qezenc e.


Çar cih xwedî rol in di vê pirsê de: Îmralî, dewlet, Qendîl û Amed. Mekanîzma ku van her çar cihan bi hev re girêdide çi ye?

Ev prose dereng ketiye, lê baş dest pê kiriye. Dewlet yek e ji wan akteran, dewlet kî ye? Îstîxbarat e. Hikûmet jî ku beşek ji dewletê ye, serokwezîr û wezîran li xwe digire. Lewma mekanîzma gotûbêjan ava bûye, lê divê bandora wê zêdetir be. Ev jî bi danûstandina hikûmet û BDP bi bandortir dibe. Em çûn Qendîlê û me 10 demjimêran gotûbêj kir. Me pirsyar ji Qendîlê kirin û wan jî pirsyar ji me kirin. Bi du hevalên xwe re em çûn Îmraliyê û em bi hev re axivîn. Dewletê nameyên Ocalan dan destê me. Ev hemû vekirî û li ber çavê raya giştî bû. Divê ji niha pê de jî ev prose vekirî û eşkere bidome. Eger ne vekirî be, milet dipirse gelo çi heye? Firotin heye? Yan tiştekî şaş dikin, lewma ji me vedişêrin. Wê bi sedan niç û xeber derkevin. Lewma divê danûstandin eşkere bin. Pê re jî divê danûstandina AKP-BDP bê kirin. Danûstandina van herdu partiyan bingeha serkeftina vê proseyê ye.

Ti peyamek ji we re hatiye da ku hûn danûstandinan bi AKPê re bikin?

Erê, lê di pratîkê de nîne. Di dema borî de danûstandin bi AKPê re pirr kêm bû, carnan nebû, kêşe di vir de ye. Li Herêma Kurdistanê gellek partiyên Kurdistanî û kesayetî li wir ji me re dibêjin, wê rojê çûm Enqerê, birêz Erdogan wiha got. An wezîrê derve Ahmet Davutoglu wiha got, çend mînakên din jî. Hemû siyasetmedarên Rojhilata Navîn ên ereb û îranî û ji neteweyên din jî hatin Enqerê û gotûbêj kirin, lê heta îro em bi wezîrê derve yê Tirkiyeyê re ne axivîne. Gelo ev ne cihê pêkenînê ye? Di bersiva van gotinan de bi ken min ji wan re got: Eger careke din hûn hatin Enqerê, me bi Davutoglu bidin nasîn. Ji ber ku em hevdu nas nakin. Pêwendiya hemû Kurdistan, Iraq, Îran û Sûriyê bi wan re heye, lê belê pêwendiyên me û wan nînin. Bawer im ev qonax dikare xelas bibe û bi alîkariya Xweda ji îro û bi şûn de danûstandina me zêdetir dibe. Hêvîdar im bi van danûstandinan em bikarin destûr û Tirkiyeke nû ava bikin.

Hûn di nav komisyona nivîsîna destûra nû ya Tirkiyeyê de ne, nakokiyên we yên sereke bi AKPê re çi ne derbarê destûrê de?

Nakokî li ser gellek tiştan heye. Yekem, danasîna Tirkiyeyê. Destûra Kevin, ku destûreke nijadperest û Kemalîst e, dibêje: “Yek netewe, yek al û yek ziman.” Duyem, civaka Tirkiyeyê îslamî ye, lê heta niha danîna çarikê li deverên giştî qedexe ye.

Lê AKP îro piştevaniya wê guhertinê dike?

AKP dixwaze wê biguherîne, lê newêre. Ji ber çi tu newêrî, tevî ku te ji sedî 50ê dengan aniye. Dîsa ji sedî 60ê parlementerên yên te ne. Ew newêrî destpêşxeriyê bikî. Min di nav komisyona guhertina destûrê de ew madde pêşniyar kir. Di warê pirsa olî, neteweyî, dîsa li ser pirsa Elewiyan, ku ji sedî 10ê xelkê Tirkiyeyê pêk tînin, nakokiyên me hene. Dîsa li ser desthilata şaredariyan nakokiyên me hene, em nikarin her tiştî bi Enqerê ve girêdin. Ji bo vê nakokî li ser şêwaza derbaskirina wan nakokiyan heye. Wek mînak li Rûsyayê 21 îdareyên herêmî hene. Li Pakistanê 4 herêmên federal hene. Em doza federaliyê nakin, em doza îdareyên navçeyî dikin, em dibêjin bila walî ji aliyê navendê neyê destnîşankirin û milet wî hilbijêre. Ev 100 sal in Kurd dibêjin em naxwazin cihê bibin, em hevjiyanê divên. Diya min Tirk e û dapîra min Ereb e. Li mala me bi kurdî, erebî û tirkî axaftin tê kirin. Li Tirkiyeyê Ereb, Kurd û Tirk birayên hev in, lê siyasetê ew biratî têk biriye. Lewma pêwist e destûrek bê danîn ku mafên neteweyî, olî, mezhebî û civakî tê de cih bigirin. Kurd bi tenê doza demokratiyê ji Kurdan re nakin, em dibêjin bila baran li ser hemû Tirkiyeyê bibare.

 

Naveroka gotinên Ocalan û BDPê hatin weşandin. Tiştê min jê fêm kir Ocalan ji Kurdan re dibêje tenê Erdogan heye ku hevpeymanî pê re bê kirin, nêrîna we çi ye?

Ez jî di wê baweriyê de me ku tenê Erdogan heye ku Kurd hevpeymaniyê pê re girêdin. Lê heta niha digotin em aştiyê dixwazin, lê Kurd wê naxwazin. Nemaze jî digotin BDP û PKK aştiyê didin mandelê. Îro em dibêjin em ji aştiyê re amade ne, eger hûn aştiyê dixwazin li mafên hemû aliyan mikur werin. Di siberojeke pirr nêz de hemû cîhan dibîne kî aştîxwaz e, aştîxwaz Kurd in, an ew in ku dibêjin Kurd ne aştîxwaz in. Lê di vir de pirsek heye ku pêwist e em helwestê li ser bidin: şaştî ye eger bixwazin çend mafan bidin kurdan û mafên wan ên sereke jî winda bikin.

Hûn dilgiran in di vî alî de?

Her kes dilgiran e ji vê pêvajoyê. Her Kurdek dibêje gelo vê carê jî wê finasan li me bikin an na.

 

Tu ji kê ditirsî ku vê proseyê beravêtî bikî, ji tevgera Fethullah Gulen?

Naxwazim navê ti aliyekî bînim. Çend welatên cîhanê hene ku dixwazin Kurd û Tirk yek bin. Hinekên din jî vê naxwazin. Ji ber çi naxwazin, ji ber ku li ser pirsa belavkirina petrolê, pirsa avê, pirsên Rojhilata Navîn kêşeyên wan bi Tirkiyeyê re hene. Dîsa eger serokwezîr proseyê sivik bike û hewl bide bi şekirekî Kurdan razî bike, wê çaxê jî ew prose beravêtî dibe, Kurd nanekî paqij û tahmxweş dixwazin.

 

Hûn dixwazin hikûmeta Herêma Kurdistanê roleke çawa di proseya danûstandinan de bilîze?

Da ku Herêma Kurdistanê pêwendiyên xwe bi Tirkiyeyê re baştir bike, dibêje bila şer bisekine. Dibêjin bila Bakurî rûnin. Çima rûnin? Da ku em rehet bin. Eger ne têkoşîna Kurdan li Bakur bûya, wê şovenîstên tirk hewl bidana di 24 demjimêran de bên Hewlêrê. Em bi tevahî piştevaniya mafên Herêma Kurdistanê dikin û dibin parêzvanên destkeftên wê. Divê ew jî bêjin Kurdên Bakur birayên me ne û mafên wan hene û nîvê hejmara Kurdan li Bakur e. Eger pirsa Bakurê Kurdistanê çareser nebe, Herêma Kurdistanê û Rojava jî venahesin.

 

Amerîka di nav vê proseyê de ye yan na?

Min bi girnijîn ji balyozê Amerîkayê pirsî, bi ken got em piştevaniya wê dikin. Em hêvîdar in bibînin ku Amerîka piştevaniya wê proseyê dike.

 

Ocalan ev 14 sal in li zindana Îmraliyê ye, durv û laşê wî çawa bûne?

Saxlemiya Ocalan pirr baş e, girêdayî lojîk û kontrolkirina bûyeran ti kêşeyeke wî tine. Bêguman laşê mirov her roj diguhere. Giraniya laşê birêz Abdullah Ocalan zêde bûye, zikê wî hinekî çêbûye, yextiyar dibe (ez jî yextiyar bûme) hinekî pîrbûn li ser rûyê wî diyar e. Çavên wî diêşîne. Ew nexweşî kevin e li ba wî, 15 salan berî ku bê girtin herdu çavên wî diêşiyan, heta niha jî berdewam e. Herdem rondik ji çavên wî tên. Eger na ti pirsgirêka wî ya din tine.

 

Lê rojnameyên Tirkiyeyê li ser zimanê we belav kirine ku porê wî diweşe?

Na, min wiha negotiye. Wexta mirov mezin dibe porê wî tenik dibe. Porê Ocalan hinekî tenik û spî bûye. Ev normal e.

 

Gava mirov tenê be, rastî aloziyan tê. Gelo Ocalan ji jiyana tenêtiyê bêzar nebûye, vê bêzariyê li ser rewşa wî ya derûnî bandor kiriye?

Wexta mirov 14 salan tenê li cihekî bimîne, pirr dijwar e. Mirov zindîwerekî civakî ye, bêyî axaftin, bêyî gotûbêj jiyana wî pirr zehmet dibe. Lê dîsa jî Ocalan jiyana xwe baş rêk xistiye, ser jiyana zindanê ve bûye. Li zindanê Ocalan dixwîne û çavdêriya bûyeran dike û helwestên kêrharî derbarê wan de diyar dike.                                             

Foto: Ferzîn Hesen